Fransa: Li Sûriyê hîn jî erk bi dawî nebû ye

Ji Fransa yê daxuyaniyek din, li ser biryara Serokê DYA’ê Trump hat. Wezîra Parastinê ya Fransa yê Florence Parly got: “Li Sûriyê hîn jî erk bi dawî nebû ye.”

Fransa: Li Sûriyê hîn jî erk bi dawî nebû ye
21 kanûn, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Parastinê ya Fransa yê Florence Parly di daxuyaniya ku dayî de wiha got: “Em tevlî şiroveyên ku dibêjin xelîfetiya DAIŞ’ê bi dawî bûye nabin. Em biryara vekişandina DYA’yê ‘pir giran’ dibînin. Hîn li Sûriyê erk bi dawî nebûye.”

Parly, li ser îstifaya Wezîrê Parastinê yê DYA’yê  Jim Mattis ku piştî biryara vekişîna DYA’yê ji Sûriyê jî nirxandina  “Ew leşkerek mezin e” kir.

Parly di daxuyaniylên xwe yên berê de,derheqê vekişîna DAY’ê wiha daxuyandibû: “DAIŞ tucar qasî niha lewaz nebibû. Lê DAIŞ hîn di xeriteyan de nehatiye rakirin û koka wan nehatiye qelandin. Divê hucreyên vê rêxisitina terorê yên mayîn jî ji aliyê leşkeri ve bên tune kirin.”