Mattis, istifanameya xwe da

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Jim Mattis istifanameye xwe da Trump.

Mattis, istifanameya xwe da
21 kanûn, 2018   09:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Jim Mattis, duh îstifa kiribû. Mattis îstifanameya xwe da. 

Nameya istifayê ya ku Jim Mattis ji Serokê DYA’yê Donald Trump re şandî ji aliyê Pentagonê ve hat weşandin.

Mattis, "Nêrînên min evin. Mafê we heye ku wezîrek di hinek mijaran de hîn zêdetir nêzî we hebe. Ji ber vê jî ez difikirim ku ya herî rast ew e ez xwe bikişînim.”

Ji beriya Mattis nameya xwe ya îstifayê bide, Serokê DYA’ê yê Trump di hesabê xwe yê twitter ê de parvekiribû ku wê Mattis di sibatê de teqawid bibe û wezîrek nû cihê wî bê wezîfedar kirin.

Hat îdea kirin ku nêrînên Mattis û Trump ên di derheqê pêşeroja leşkerên DYA’yê yên li Afganistan û Sûriyê de ji hev cuda bûn.