'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna gelê herêmê hatiye afirandin'

Şêniyên Efrînê got Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîn û biryarek hevpar di navbera pêkhate û çînên herêmê de hatiye afirandin, ne bi biryareke navdewletî heta ku bi biryara wan bi dawî bibe. Her wiha berdewamkirina berxwedana xwe li hember her êrîşekê tekez kirin.

'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna gelê herêmê hatiye afirandin'
21 kanûn, 2018   09:08

CAFER CAFO - FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Di nav du rojên derbasbûyî de û piştî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da ku erka hêzên Amerîkayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bûye û dê hêzên xwe vekişîne.

Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, nêrînên xwe yên girêdayî daxuyaniyên serokê Amerîkayê ji ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Reşo hemû planên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bi binpêkirina serdestiya Sûriyê wesifandin.

Reşo destnîşan kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê wê bandorê li berxwedana wan neke û wiha got: "Eger ev biryara wan e, bila derkevin. Derketina wan ji herêmê tirsê naxe dilê me. Ji destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve em hêz û bexwedana xwe ji xwe digirin."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Narîman Ehmed destnîşan kir ku şoreşa ku bi ser ketiye û di gelek waran de di dirêjahiya 7 salan de gelek destkeftî bi dest xistine, hêza xwe ji hevgirtin, vîna gelên herêmê û projeya biratiya gelan digire. Her wiha diyar kir ku li ser wê bingehê dê rêya şoreşê, bi têkoşîna xwe bidomînin.

Di berdewama gotinên xwe de Narîman Ehmed tekez kir ku gefên Tirkiyê û biryara Trump û hêzên Amerîkayê dê li berxwedan û têkoşîna wan di parastina xaka welat de û pêkanîna projeya demokratîk li tevahiya Sûriyê bandorê neke.

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Welîd Miho destnîşan kir ku dîroka artêşa Tirk a dagirker tijî siyasetên faşîst e. Gefên Tirkiyê li dijî herêmê û kirinên wê li Efrînê li ser gel ne nû ne. Tirkiye ji bo pêkanîna timayên xwe ji bo vegerandina xewna Osmanî û berjewendiyên xwe, êrîşî Sûriyê dike.

Di nav gotinên xwe de Welîd israra têkoşîn û berxwedanê li hember hemû planên dagirkeriyê dubare kir û xuya kir ku ew hêza xwe ji hêza ku ji ewladên herêmê hatiye avakirin, digirin.

Her wiha welatiya bi navê Hîdayet Şewket wiha axivî: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bi vîn û biryareke navdewletî hatiye afirandin, heta ku bi biryara wan bi dawî bibe. Lê belê bi vîn û biryareke hevpar di navbera pêkhate û çînên herêmê de hate afirandin. Ji ber wê dê çirûska wê venemire. Em bi şoreşa xwe ve girêdayî ne û şopdarên rêya şehîdan in."

(şx)

ANHA