Jinên enternasyonalîst: Gefên Erdogan herêmê ber bi şer ve dikişînin

Jinên enternasyonalîst ên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Til Temirê bûne, gefên Erdogan şermezar kirin û diyar kir ku Erdogan bi êrîşên dagirkeriyê herêmê ber bi şerekî mezin ve dikişîne.

Jinên enternasyonalîst: Gefên Erdogan herêmê ber bi şer ve dikişînin
21 kanûn, 2018   09:34

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Gefên wî li herêmê rastî nerazîbûnên gelêrî hatin. Hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gefan rabûn ser pêyan û gelek çalakiyên protestokirinê li dar xistin.

Girêdayî wê jinên enternasyonalîst ên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk ve ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah li navçeya Til Temirê hatiye lidarxistin bûne, destnîşan kir ku gefên Tirkiyê yekitiya gelê herêmê dikin hedef.

‘Em dest ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernedin’

Jina bi eslê xwe Tirk a bi navê Meryem Hanoglu destnîşan kir ku dê Erdogan bi gefên xwe nikaribe morala gelên ku gihîştine wateya azadiyê bişikîne û wiha axivî: “Her çendî ku tunekirina DAIŞ'ê nêz dibe, gefên Erdogan zêde dibin û dest bi êrîşkirina herêmê dike. Em teqez dikin ku em ê dest ji xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernedin."

Ji aliyê xwe ve Îlîza Rojava ku ji Almanyayê ji bo naskirina şoreşa jinan hatiye herêmê, wiha got: "Em gefên Tirkiyê şermezar dikin. Ev gefên wê tevahiya gelê Sûriyê dikin hedef û dê herêmê ber bi şerekî mezin ve bibin."

Di dawiyê de Îlîza Rojava bang li tevahiya dewletên cîhanê kir ku binpêkirinên Tirkiyê dê ewlehiya herêmê bixe bin xetereyê.

(şx)

ANHA