ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.12.2018
21 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê 3 şehîdan li Goristana Şehîdan a Til Koçerê oxir dikin,saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên kon dest pê dike, saet 10:30. Çalakiyên şêniyên kantona Girê Spî ya bi heman armancê di roja 6‘an didomin. Li Serêkaniyê jî çalakiyên mertala zindî di roja sêyemîn de bi beşdarîbûna şêniyên navçeya Dirbêsiyê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Elaa di nava rûpelên dîroka şer û berxwedana Serêkaniyê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Çîroka şehadet û dilsoziya wî, dîroka herêmê ji nû ve nivîsandiye. (BI WÊNE).

-Şêxên bajarê Reqayê anîn ziman ku gefên Tirkiyê bi pêşdeçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li baregeha dawî ya DAIŞ‘ê têne kirin û gotin, Erdogan wekî bavê ku li ser zarokê xwe ditirse. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê gotin Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîn û biryarek hevpar di navbera pêkhateyên herêmê de hatiye afirandin. Her wiha berdewamkirina berxwedana xwe li hember her êrîşekê teqez kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Herêma Cizîrê diyar kirin ku gefên Tirkiyê projeya demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Her wiha teqezî li ser girîngiya hevgirtina hemû rewşenbîrên herêmê û cîhanê ji bo piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û eşkerekirina binpêkirinên artêşa Tirk adagirker kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê partiya PADE Umer Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker rojên pîroz ên gelê Ezîdî bi riya sîxurên xwe hedef digre û got: “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya sîxuran aramiya Şengalê xirab bike. Hikûmeta Iraqê bi bêhelwestiyê dibe şirîkê êrîşan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademîsyan û lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û berpirsê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn got, armancaTirkiye dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku siyasetên Tirkiyê li ser pêşeroj û yekitiya Sûriyeyê xeteriyek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsê Buroya Rêxistinkirina Têkiliyên Şehba – Efrîn Mihemed Elî Hesen anî ziman ku têkbirina DAIŞ‘ê li Dêrazorê ji aliyê QSD‘ê ve Tirkiyê aciz kiriye, ji ber vê yekê daxuyaniyên gefên êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên enternasyonalîst ku beşdarî greva birçîbûnê ya navçeya Til Temirê bûne gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeremzar kirin û got, gefên Erdogan dê herêmê ber bi şerekî mezin ve bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi nêzikbûna bidawîbûna werza yekemîn a perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên ezmûnên xwendekaran têne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî vegera bi sedan şniyên taxa û bi dawîbûna xebatên tamîrkirinê Şaredariya Gel a Helebê firneya alî dixe xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê ku rastî êrîşên herî dijwar hatin, li kampên Şehbayê nava şert û mercên zehmet derbas dikin, bi hatina zivistanî re û baranê azarên wan girantir dibe, tevî vê yekê berxwedana xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA