Elaa... şehîdê şerê çarenûsê

Şehîd Elaa di nava rûpelên dîroka şer û berxwedana Serêkaniyê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Çîroka şehadet û dilsoziya wî, dîroka herêmê ji nû ve nivîsandiye.

Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
Elaa... şehîdê şerê çarenûsê
21 kanûn, 2018   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojava şoreşa gel di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir û heta niha didome. Bêguman bi saya fedekarî û xwîna şehîdan ber bi azadiyê ve berdewam dike. Bi destpêkirina şoreşê re dijminan tavilê dest bi hewldanên xwe yên tevlihevî û têkşikandina şoreşê kir. Van dijminan û di serî de dewleta Tirk tu carî nedixwest ev şoreş bi ser bikeve.

Di şerê bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê de ku di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên Cebhet El-Nusra de rû da, hin komên xwe bi navê "Artêşa Azad" bi nav dikirin û komên çete yên cuda, metirsiyeke cidî li pêşiya serkeftina şoreşê bûn.

Ciwanên herêmê bi lehengî li hemberî van êrîşên çeteyan li ber xwe da û hemû hewldanên wan ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin plankirin, têk şikandin. Di vê çarçoveyê de em ê çîroka lehengiya şervanê YPG'ê Elaa Qasim ku di şerê Serêkaniyê de şehîd bûye, vebêjin.

Şehîd Elaa di sala 1976’an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de ku debara xwe ji çandiniyê werdigire, mezin dibe. Malbata şehîd Elaa ji 3 bira û 4 xwişkan pêk tê û dibistana xwe ya navîn temam dike û piştre ji ber rewşa xizantiyê û ji bo alîkariya malbata xwe bike, neçar dibe ku dest ji xwendina xwe berde û beşdarî nava xebatên çandiniyê dibe.

Şehîd Elaa di nava malbat û xizmên xwe de bi rûkeniya xwe dihat nasîn û car bi car cotkar li hev kom dikirin û rêbazên pêşxistina çandiniyê bi wan re gotûbêj dikirin.

Elaa piştî ku leşkeriya xwe ya bi darê zorê di nava artêşa Sûriyê de bi dawî kir, bi welatiya Emîra re dizewice û 3 zarokên wan çêdibin û heta dawiyê alîkariya malbata xwe dikir.

Şehîd Elaa ji wênekêşiyê gelekî hez dikir û piştî demekê berê xwe dide Şamê û li wir fêrî pîşeya wênekêşiyê dibe. Hevrêyê şehîd Elaa yê bi navê Mihemed Ezîz dibêje şehîd Elaa gelek dîmen û wêneyên dîrokî yên Serêkaniyê kişandine.

Şehîd Elaa her wiha ji ber hezkirina xwe ji helbestên kurdî, gelek dîwan û helbestên Cigerxwîn xwendine.

Piştre şehîd Elaa beşdarî nava kar û xebatên siyasî dibe û di nava Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de cih digire. Piştî destpêkirina şoreşa gel li Rojava, şehîd Elaa beşdarî nava xebatên parastinê dibe û piştre jî beşdarî nava refên YPG'ê dibe û bi erka xwe ya parastina gel û axa xwe radibe.

Ebdilwehab birayê şehîd Elaa, diyar kir ku di destpêka tevgera şoreşgerî li Sûriyê de şehîd Elaa bawer dikir ku derfet li pêşiya welatiyên Rojava peyda bibe da ku azadiya xwe wergirin û her tim wiha digot: "Divê em amade bin û xwe bi rêxistin bikin û parastina herêmên xwe bikin."

Hevjîna şehîd Elaa, Emîra wiha got: "Şehîd Elaa gelekî welatparêz bû û doza kurdî ji bo wî her tişt bû. Hin caran min jê re digot çima tu welatparêziya xwe di ser malbata xwe re digirî? Wiha dibersivand; divê tu jî guhdariya dilê min bikî."

Piştî ku tevgera şoreşgerî di Sûriyê de veguherî şerekî navxweyî û derfetên çareseriyê dûr ketin, gelê Kurd xeta sêyemîn ji xwe re pejirand û pêkhateyên herêmê alîgiriya tu aliyên şer nekir û di hemû aliyan de dest bi xwebirêxistinkirinê kir. Her wiha parastina herêmên xwe ji êrîşên cuda kirin.

Komên çete xwest bajarê Serêkaniyê dagir bikin û li ser vê yekê dest bi êrîşên xwe kirin. Li hemberî van êrîşan şervanên YPG'ê jî dest bi berxwedana xwe ya rizgarkirina bajêr kir. Nemaze ji ber ku dagirkeriya çeteyan di aliyên siyasî û leşkerî û heta civakî de xwedî girîngiyeke mezin bû. Çeteyan bajar talan kir û hilweşand da ku tirs û xofê di dilê welatiyan de biçînin.

Berxwedana şervanên YPG'ê ku çend mehan dom kir, şehîd Elaa bi lehengî beşdarî vê berxwedanê bû û cihê xwe di nava refên YPG'ê de di parastina bajarê xwe de girt.

Hevrêyê şehîd Elaa yê bi navê Mihemed Baqî behsa bîstikên dijwar ên berxwedana Serêkaniyê kir û wiha got: "Şer di bajêr de giran bû. Em jî di navê bajêr de bûn. Şehîd Elaa ji min re got şer giran e, ji bo parastina rûmeta gel çi ji min were xwestin ez amade me. Eger ez şehîd bûm zarokên min dê serê xwe bi bavê xwe bilind bikin ku tu carî teslîmkarî qebûl nekiriye."

Elaa Qasim di 4'ê Çileya 2013'an de piştî berxwedaneke leheng û efsanewî derket asta şehadetê.

ANHA