‘Armanca gefên Tirkiyê parastina DAIŞ'ê ye’

Berpirsê Buroya Birêxistinkirina Têkiliyên Şehba-Efrînê Mihemed Elî Hesen got bidawîkirina DAIŞ'ê ji hêla QSD'ê ve, Tirkiye bêçar kiriye, ji lew re gefa êrîşan li dijî herêmê dixwe.

 ‘Armanca gefên Tirkiyê parastina DAIŞ'ê ye’
21 kanûn, 2018   07:05

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa me Hawarê berpirsê Buroya Birêxistinkirina Têkiliyên Şehba-Efrînê Mihemed Elî Hesen diyar kir ku şêniyên herêmê amade ne li hember her êrîşekê bisekinin.

Mihemed Elî Hesen girêdayî armancên gefên Tirkiyê wiha axivî: "Em dibînin ku pêngava Bagera Cizîrê ber bi dawiyê ve diçe, QSD li Dêrazorê DAIŞ'ê tune dike. Ev tişt Tirkiyê nerehet dike. Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide ewlehiya herêmê xirab bike, lewre gefa êrîşêkirinê li rojhilatê Firatê dixwe. Ji aliyê me ve divê em van gefan bi awayekî cidî bigirin. Ji ber ku Tirkiye endameke NATO'yê ye û têkiliyên wê yên stratejîk bi hêzên navdewletî re rê jê re vedike ku gefên xwe pêk bîne. Ya herî dawî dagirkirina kantona Efrînê û guhertina demografyaya herêmê bi rêya derxistina şêniyên wê yên resen."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Mihemed destnîşan kir ku civîna Astanayê têk çû û çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re nedît. Ji lew re Tirkiye bi gefên xwe li dijî herêmê cidî ye.

Mihemed anî ziman ku Tirkiye ewlehiya herêmê û negihaştina çareseriyeke siyasî armanc dike.

Mihemed bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekinin û ev tişt anî ziman: "Ji 8 salan ve me xeta sêyemîn, xeta berxwedan û parastina herêmên xwe pejirandiye. Li Bakurê Sûriyê berxwedan bingeha projeya me ya demokratîk e. Çalakî û meşên ku li Bakurê Sûriyê li dar dikevin, îsbata vê yekê ye û redkirina mudaxeleya Tirkiyê daxwaza hemû gelê Sûriyê ye."

Mihemed di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku eger Tirkiye dest bi êrîşan kir, wê terorek nû derkeve holê û dê herêm bibe noqteya sifir yanî destpêka aloziya Sûriyê.

(şx)

ANHA