Bi hezaran cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser Şengalê spartin

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser herêma Şengalê, spartin axê.

Bi hezaran cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser Şengalê spartin
Bi hezaran cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser Şengalê spartin
Bi hezaran cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser Şengalê spartin
Bi hezaran cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser Şengalê spartin
Bi hezaran cenazeyê qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li ser Şengalê spartin
18 kanûn, 2018   14:30

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi merasîmekê cenazeyê hersê şehîdên sivîl Xelîl Xalid Cio yê ji gundê Qolanê Qere Elî, Mistefa Hecî ji gundê Qolanê û Mehmûd Xan Temo ji gundê Helincê ku di encama êrîşa hawayî  ya dewleta Tirk li ser Şengalê de şehîd bibûn goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Di merasîman de endam û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha şêniyên ji hemû gund û bajarokên herêma Firatê amade bûn.

Şêniyan wêneyên hersê şehîdan û wêneyê şervanê YPG`ê Simo Simê dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû, hildan bûn.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê careke din parastina Şengalê nekir

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê vee dest pê kir, paşê hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û wiha got:"Ma ev cezayê gelê Kurd ku li şûna cîhanê şerê terorê kir, Tirkiyê li pêşiya çavên cîhanê sivîlan bombebaran dike û her roj rastî gefan tê, divê her kes dîroka gelê Kurd ê ku rojekê serê xwe ji dijmin re netewand, bixwîne."

Dilbirîn destnîşan kir ku şerma herî mezin a hikumeta Başûrê Kurdistanê ye ku xwe dike parastina Şengalê dike, li aliyekî din derbarê bombebarana Tirkiyê li ser wê herêmê di bêdengiya xwe de maye.

Ji bo doza xwe me çek rakir

Paşê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Kantona Kobanê Enwer Mislim axivî û wiha got:"Em ne aşqê şer in, em aşqê aştiyê ne lê hertim Tirkiyê me neçar dike ku em çekê rabikin ku parastina xwe bikin, rakirina me ji çekê re ji bo parastina herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgar kirin, ew serbilindiye û ji bo doza ku em ji bo wê şer dikin, doza belavkirina fikira Netewa Demokratîk di nava gelan deye."

Tê payîn ku Meclisa Malbata Şehîdan siba merasîmên sersaxiyê li gundê Çelebiyê  yê başûrê kantona Kobanê û li gundê Helincê lidar bixe.

Di dawiya merasîman de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 4 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

 Di nava tilîliyên dayîkan şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA