Bi sedan welatiyên Til Hemîs ketin greva birçîbûnê

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê bi diruşmeya "Ji Osmaniya nû re ba " ji bo piştevaniya çalakiya parlementera HDP‘yê ya Colemgerê û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Bi sedan welatiyên Til Hemîs ketin greva birçîbûnê
Bi sedan welatiyên Til Hemîs ketin greva birçîbûnê
Bi sedan welatiyên Til Hemîs ketin greva birçîbûnê
Bi sedan welatiyên Til Hemîs ketin greva birçîbûnê
18 kanûn, 2018   14:57

QAMIŞLO

Bi diruşmeya "Ji Osmaniya nû re na" û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê li kolana giştî nêzî çerxeriya şehîdan konê greva birçîbûnê vegirt.

Konê bi pankartên bi nivîsên "Ji Osmaniya nû re na", " Bijî yekitiya gelê Sûriyê", "Ji Erdoganê teror re na", ala QSD, Kongreya Star û PYD‘ hatine xemilandin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs berê xwe da konê çalakiyê. Çalakgeran diruşemeyên weke "Ji Osmaniya nû re û na" û "Ji Erdoganê teror re na" berzkirin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) yê navçeya Til Hemîs Heyal El-Xuwêr axivî û wiha anî ziman :" Her kes dizane ku hikumeta Tirkiryê ev du sal in tecrîdeke girankirî li dijî Rêberê Abdullah Ocalan ferz kiriye. Malbat û parêzeran gelek caran serlêdan kirin da ku hevdîtinê bi Ocalan re bikin û rewşa wî nas bikin, lê daxwaza têne redkirin. Heya niha em tu agahiyan li ser rêbertî nizanin."

El-Xuwêr bal kişand li ser çalakiya Leyla Guven û got: "Hevala me Leyla Guven zêdeyî 40 rojî di grave birçîbûnê de ye, Em wekî şêniyên Til Hemîsê ji bo peştevaniya daxwazên Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda girankirî li dijî Rêber Ocalan ketin greva birçîbûnê."

Di berbarê gefên Erdogan de El-Xuwêr anî ziman ku, armanc jê têkbirina biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de ye.

Tê payîn ku çalakî du rojan berdewam bike.

ANHA