Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundên wê gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kir ku ew ê li hember êrîşan bisekinin û wiha got: "Em xwediyên vê axê ne."

Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
Şêniyên Minbicê: Em xwediyên vê axê ne
18 kanûn, 2018   13:32

MINBIC

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundên wê daketin qadan û meşek li dar xist.

Di meşê de bi dehan rûspiyên êlên Ereban ku berê jî di gelek minesebetan de piştgiriya bi QSD`ê re nîşan dan ku dê parastina Bakur û Rojhilatê Firatê bikin, beşdar bûn.

Çalakvanan pankartên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê û terora wê li Idlib, Efrînê, Cereblus û Ezazê re","Pêkhateyên Minbicê li dijî faşîsma Tirkiyeyê hevgirtî ne", "Şêniyên Minbicê dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyê re" hildan.

Meşê li pêşiya Nexweşxaneya El-Firat dest pê kir û ber bi qada giştî ve çû. Li wir gelek axaftin hatin kirin.

Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya Minbicê Ebdilrezaq Îsmaîl axivî û wiha got: “Gel nayê şikandin, em nexweşxaneyan, dibistanan, ev lê dikin, ev yek jî li xweşiya dijminê mirovahiyê nayê, dixwazin me bişikînin, naxwazin em tiştekî ava bikin, em jî nahêlin armancên wan pêk werin."

Cîgirê hevserokê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefil axivî û wiha got: "Dewleta Tirk careke din gefan li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, dixwazin bidin jibîrkirin ku ev ax ewle ye."

Riyad El-Hefil destnîşan kir ku ew wek Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku armanca gefên Tirkiyeyê tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê ye û çeteyên DAIŞ`ê bi kar tîne, piştî ku di cihê dawîn li Dêrazorê de man.

Her wiha cîgirê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Îmad Tirkmenî jî axivî û got: "Em îro derketin qadan û meşê li dar dixin ku ji cîhanê giştî re bidin diyarkirin ku eger bihostek ji axa Sûriyê tiştek bibe, ew ê li me jî bibe.Gefên Erdogan û hikumeta wî ya faşîst vîna me naşikînin, ji ber ku em xwediyê vê axê ne, ev ax axa gelê Sûriyê ye, ev ne axa Osmaniyan e, ne gef û ne hêza wan me natirsîne."

Her wiha endama rêveberiya Meclisa Jinan a Minbicê Şîraz El-Xoco destnîşan kir ku şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe, li pêşiya hemû zilm û desthilatdariyê sekinîne.

Şîraz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek jinên Minbicê bi tundî gefên Tirkiyeyê şermezar dikin, em şêniyên vî bajarî ji jin, zilam û zarokan nahêlin kes mafê me bixwe."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(jo)

ANHA