ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.12.2018
18 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Meclisa kantona Hesekê civîna xwe ya salane li dar dixe û xebatên xwe dinirxîne, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên Dirbêsiyê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven hatiye lidarxistin, didome. Li navçeya Til Hemîşê ya kantona Qamişlo bi heman armanca çalakî dest pê dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Amûdê ji bo şervanê QSD‘ê Îsmaîl ku di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû sersaxî tê xwestin, konê sersaxiyê li gundê Sinceq tê vedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salek di ser şehadeta hevalê me Rizgar Denîz ê xwedî gotinên bihêz û rûken re derbas bû. Hevrêyê me Rizgar Denîz bi îradeyeke ji pola da ser şopa heqîqetê û bi pênûs û kameraya xwe bû dengê heqîqetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Tebqayê nerazîbûnên xwe li hember gefên Trikiyê anîn ziman û destnîşan kirin ku armanca van gefan tevna civakî ya herêmê xirab bike.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs di çarçoveya pêkanîna planên xwe de 5 mal ji malbatên şehîdan re ava kirin. Tê payîn ku di rojên pêş de 3 malên din werin avakirin. Meclisa Malbatên Şehîdan wekî din hewl dide pêwîstiyên malbatên şehîdan bi cih bîne.

POLÎTÎKA

-Elîzabet Gewriyê anî ziman ku gefxwarinên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demê de ku DAIŞ‘ê li bargeha xwe ya dawî tine dibe hatin kirin. Elîzabet Gewriyê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser rê li ber çavbirçîbûna Erdogan digire.

- Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Yûsif Xelewî got, di civînên ku li derve têne lidarxistin de çareserkirina aloziya Sûriyeyê nayê nîqaşkirin. Xelewî  diyar kir ku bi projeya Sûriyeya nenavendî tekane proje ye ku dê hêviyên gelê Sûriyê yê şoreşger bi cih bîne.

-Siyasetmedarên Helebê teqez kirin ku gefên Tirkiyê di çarçoveya komployeke plankirî tê kirin ku tecrûbeya demokratîk a li herêmê asteng bike. Siyasetmedaran bang li gelê Sûriyê kirin ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê çalakiyan li dar bixin.

JIN

"Li vî gundî kavilkirî û rûxyayê tu wate ji jiyanê re nemaye, em di nava aramiyê de dijiyan, lê  top û balafirên dagirkeriya Tirkiyê jiyana me kir kabûs (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Eyşê Şan ew jina berxwedêr ku li hember kevneşopiyên civakê ku jinê sînordar dikirin sekinî, bi dengê xwe yê zîz û şilik dihat naskirin. Tev li tu akademiyek hunerî yan jî peymangehek muzîkê nebû lê belê bi şêwaza xwe ya taybet fêrî hunerê dibe. Ji ber ku bi zimanê Kurdî distêra ji aliyekî nijadperestekî Turk ve rastî êrîşekê bi kêrê tê.

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina pira kevin a Reqayê bi dawî dike. Li gorî rêveberan pir dê beriya sala bê bikeve xizmetê.

-Nexweşxaneya Bisêra a gundewarê rojhilatê Dêrazorê beriya were rizgarkirin dîwarên bê derî û pencere bû, lê niha bi keda Meclisa Sivîl a Dêrazorê bûye nexweşxaneyeke aktîv.

ANHA