Êlîzabeth Gewriyê: Projeya me li hemberî planên Erdogan dibe asteng

Êlîzabeth Gewriyê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser rê li ber planên Erdogan li herêmê digire.

Êlîzabeth Gewriyê: Projeya me li hemberî planên Erdogan dibe asteng
18 kanûn, 2018   06:42

EHMED EL-KEMYAN / GIRÊ SPÎ

Serokê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan daxuyanî dabû û gotibû ew ê operasyoneke leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Êlîzabeth Gewiryê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku gefxwarinên Erdogan ne tiştekî nû ye û got:"Me dît çawa Erdogan di destpêka aloziya Sûriyê de sînorê dewleta xwe ji komên terorê re vekir da ku derbasî Sûriyê bibe û gelek herêmê weke Cerablus, Bab û Efrîn dagir kir, niha gefên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."

Têkildarî armancên Erdogan ji van gefan Êlîzabeth destnîşan kir armanca Erdogan ji van gefxwarinan ew ku serdema împratoriya Osmanî ji nû ve zindî dike û wiha dewam kir:"Rêveberiya Xweser ku li ser hîmê biratiya gelan û edaleta civakî hatiya avakirin, li hemberî pêkanînên planên Erdogan ên dagirkirinê dibe asteng. Loma bi hemû rêbazan hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne û projeya demokratîk têk bibe."

Têkildarî helwesta wan a li hemberî gefên Tirkiyê Êlîzabeth anî ziman ku helweta wan zelal e nayê guhertin û dê projeya xwe ya demokratîk biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Projeya me projeyeke demokratîk e, em gefên Tirkiyê bi ti awayan qebûl nakin û em rê nadin ku beşek ji xaka me were dagirkirin."

Êlîzabeth Gewriyê bang li hêzên navdewletî û demokratîk kir ku li hemberî gefên Tirkiyê yên şofonîst û nejadperest li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û got: "Ji bo parastina mafê xwe yên rewa li herêmê me gelek şehîd dane. Gefên Tirkiyê ne tenê gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, di heman demê de hemû gelê Sûriyê ku li ser vê xakîngariyê dijîn dike hedef."

ANHA