Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz

Salek di ser şehadeta hevalê me Rizgar Denîz ê xwedî gotinên bihêz û rûken re derbas bû. Hevrêyê me Rizgar Denîz bi îradeyeke ji pola da ser şopa heqîqetê û bi pênûs û kameraya xwe bû dengê heqîqetê.

Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
Hevalê hêz û hêviyê; Rizgar Denîz
18 kanûn, 2018   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

"Heya ji min were ez ê xwe biparêzim, lê ji bo vî gelî û ragihandina kurdî wêneyek jî be ku rewşê bide guhertin, bêyî ku ez bifikirim ez ê canê xwe li ser deynim." Bi van gotinan hevalê me Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) xwediyê pênûsa zêrîn, tîpên zelal û jiyaneke biêş û berxwedan, da pey şopa heqîqetê.

Her gotineke wî bîrdoziyek û giyaneke neteweyî bû, bi qasî ku ji welatê xwe hez dikir, ew qas jî ji jiyanê hez dikir. Her tim rûken bû û derdora xwe xweş dikir. Bi hevalan re dilsoz bû û di kar de cidî û jêhatî bû.

Îro yekemîn salvegera şehadeta nûçegihanê me Rizgar Denîz e. Rizgar di 12’ê Cotmeha 2017‘an de dema bi hawara koçberên ku ji ber faşîzma DAIŞ‘ê direviyan diçû, di encama teqîneke hovane de giranî birîndar bû û di 18‘ê Kanûna heman salê de tev li karwanê şehîdan bû.

Rizgar di temenê zarokatî de ji ber zilm û zora dewleta Tirk ji bajarê Sêrtê ku lê ji dayik bû, derdikeve. Ber bi başûrê Kurdistanê û Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) ve dibe penaberê li ser axa xwe û ji Şengal heya Rojava mohra xwe li şoreşê dixe û xebateke tijî û dagirkirî dide meşandin.

Rizgar Denîz sala 2013’an xwendina xwe ya beşa çapemeniyê li Zanîngeha Selaheddîn a bajarê Hewlêrê bi dawî dike û li wargeha Mexmûrê rojnamevaniyê dike. Rizgar ji bo pêşketinê bi demê re di nava pêşbirkê de bû. Her tim di kar û xebatên xwe de hewl dida gelê Kurd ber bi serkeftinê ve bibe û dîroka biêş a nehatiye nivîsîn, bixe nava pelên dîrokê.

Rêwitiya jiyanê ya hevalê me 19‘ê Sibata 1991‘an li bajarê Sêrtê yê herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ku çavê xwe li jiyanê vedike, dest pê dike. Rizgar di nava malbateke welatparêz de ku ji 7 kesan pêk tê, mezin dibe.

Malbata têkoşer Rizgar Denîz, wekî gelek malbatên herêma Botanê rastî hovîtî û zilma dewleta Tirk hat. Di encamê de malbat neçarî koçberiyê hate kirin, koçberî ji Stenbolê heya Enqere, ji Îranê heta Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê berdewam dike. Ev zilm û rêwîtiya koçberiyê têrê dikir ku Rizgar beşa çepemeniyê hibijêre, da ku rastiya gelê Kurd û hovitiya dijmin ragihîne.

Rizgar piştî ku zanîngeha xwe bi dawî dike, xebatên xwe yên girêdayî ragihandina azad berfireh dike. Li ser vê bingehê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî perwerdeya Akademiya Gurbetelî Ersoz a ragihandinê dibe.

Piştî dewreya xwe ya li Akademiya Gurbetelî Ersoz bi dawî dike û dîsa vedigere wargeha Maxmûrê. Li vir bi awayekî pisportir li rex rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de dema ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî wargeha Maxmûrê dişopand şehîd bû, beşdarî xebatên ragihandina azad dibe. Kesayeta rojnameger Denîz Firat bandoreke zêde li Rizgar dike, lewre piştî şehadeta Denîz Firat navê wê li xwe dike.

Têkoşer Denîz Firat ji bo demekê ji Rizgar dixwaze ku xebatên xwe li rojavayê Kurdistanê bide meşandin. Rizgar bê dudilî berê xwe dide Rojava û wek edîtor û nûçegihan di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de dixebite.

Rojnamevanê erk û peywirên zehmet

Rizgar Denîz rojnamevanê erkên zehmet bû, yek ji yekemîn rojnamegerên ku şerê li Rojava û Bakurê Sûriyê dişopand, bû.

Ji pêngavên rizgarkirina Til Hemîs û Til Birakê heya pêngava rizgarkirina Çiyayê Kezwanan û bajarê Girê Spî, her wiha pêngava rizgarkirina bajarokê Holê yê rojhilatê Dêrazorê û herî dawî jî şerên li gundewarên Dêrazorê bi pênûs û kameraya xwe berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê belge dikir.

Li gel ku xebatên rojnamegeriyê li welatekî mîna Sûriyê ne hêsan bûn jî, lê Rizgar bê teredud ev gav avêt. Ji ber ku wî hêza xwe ji baweriya şoreşa gel û pêwîstiya teşhîrkirina siyasetên dijmin digirt.

Piştî xebateke mezin li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di destpêka 2015‘an de li Şengalê wek nûçegihanê kanala Çira TV xebitî. Li wir jî dengê gelê Êzîdî ku rastî komkujiyên çeteyên DAIŞ‘ê û êrîşên PDK`ê hat, radigihand.

Piştî du salan li Şengalê xebateke mezin da meşandin, di sala 2017‘an de ango dema ku QSD‘ê şerê rizgarkirina Reqa û Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê dabû destpêkirin, dîsa vedigere Rojava û li vir wek xebatkarê Stêrk Tv û nûçegihanê ajansa me ANHA‘yê karê xwe bi rêk û pêk dimeşîne. Lê ji ber ku her tim xwe li cihên germ didît, dîsa jî xwest nûçegihaniya şer bike. Bi ragihandina pêngava rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê, di 9‘ê Îlona 2017‘an de Rizgar berê xwe dide cihê pêngavê û bê xof li eniyên pêş ên şer berxwedana şervanan û rewşa sivîlên ku ji ber hovîtiya çeteyan direviyan, kêlî bi kêlî dişopîne.

Di 12’ê Cotmehê de dema ku welatiyên sivîl ji ber zilma çeteyan ber bi herêmên rizgarkirî ve yên di bin parastina şervanên QSD’ê ve direviyan, nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe da Rêya Xerafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de. Li vir çeteyên DAIŞ’ê du erebeyên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û jî Rizgar Denîz bi giranî birîndar bû. Lê nûçegihan Rizgar Denîz piştî 70 rojan ku di nexweşxaneyên Hesekê, Qamişlo û paşê jî Şamê de li ber xwe da, di 18‘ê Kanûna 2017‘an şehîd bû.

Dayika şehîd Rizgar, Meryem Adanmiş dibêje ew ji bo kurê xwe ji ber mayinan ditirsiya, ji ber ku çeteyan hemû der mayin kiribûn û wiha tîne ziman: “Dema Rizgar li Dêrazorê bû, min hemû kanalên televîzyonan diqulibandin da ku wêneyên wî bibînim an jî agahiyekê jê wergirim.”

Bîranînên ku nayên jibîrkirin

Dayika Meryem li ser taybetmendiyên şehîd Rizgar diaxive û dibêje dema Rizgar biçûk bû bêdeng bû, pir ji mal dernediket, lê piştî ku mezin bû, têkiliyên wî bi derdor û hevalan re xurt dibin.

Destpêkê dayika Rizgar qebûl nake ku Rizgar beşa ragihaninê bixwîne, ji ber ku zehmet e û dibe rojekê kurê xwe yê hêja winda bike. Lê Rizgar her digot "Bihêlin ez rastiya rewşa gelê Kurd li her deverê ragihînim."

Rizgar di karê xwe de pir çalak bû û ji hemû mijarên girêdayî doza kurdî bi agahdar bû û wiha digot: "Kesê ku dûrî dozê bikeve, dê dijmin bi hêsanî wî bikuje, lewre divê em yekitiya xwe çêbin û xizmeta doza xwe bikin."

Dibe ku kesayetên mîna Rizgar di vî zemanî de kêm bin jî, lê rizgar pir nêzî hevalên xwe bû û digot heval ji dê û bav hêjatir in. Rizgarê ku bi civakbûyîna xwe û hezkirina xwe ya ji zarokan dihat naskirin, di demeke kurt de têkiliyên xwe bi derdora xwe re çêkirin, hemû malbatên şehîdan nas kirin û yek roj serdana xwe ji wan qut nedikir. Her wiha çîrokên şehîdan bandor li wî dikir, li gorî hin hevalên wî digot; dema Rizgar li çîrokên şehîdan guhdar dikir, rondikên wî dibariyan.

Şehîd Rizgar li milekî din jî her tim hêz û hêvî dida hevalên xwe digot "Xwe kêm nebînin, ji gelê xwe qut nebin, mirovahiyê biparêzin û şaşiyan qebûl nekin."

Di civakekê de ku jin biçûk dihat xistin, Rizgar Denîz digot jin bingeha jiyanê ne, rêz dida hevalên xwe yên jin û ji bo pêşxistina wan kedeke mezin dida û digot ew hêza xwe ji jinan digire.

Rizgar di demeke kurt de ji Rojava hez kir û pê ve hat girêdan. Hezkirina wî gihîşt wê astê ku navê xwe kir "Aşiqê Rojava” û digot ew kurê bajarê Qamişlo ye.

Dayika şehîd Rizgar dema ku Rizgar şehîd dibe, tê Rojava û ji aliyê gelê Rojava ve bi germahî tê pêşwazîkirin. Dayika Meryem wiha dibêje: "Rizgar rast digot dema qala xelkên Rojava dikir, sekna wan a li hemberî min moral dida min. Merasîma Rizgar li Rojava gelekî pîroz bû."

Wesiyeta şehîd Rizgar ji bo birayê wî Amed ew bû ku karê wî yê ragihandinê li Rojava berdewam bike. Li ser vê wesiyetê Amed soz dide ku ew ê li gorî baweriya birayê xwe yê şehîd tev bigere û xewna wî temam bike.

Xwişka şehîd Rizgar a navîn Hewlêr Adanmiş bi bîr tîne ku Rizgar her tim devliken bû, kenê wî cuda bû û dibêje Rizgar wiha digot: "Ruxmî şertên zehmet jî divê em bikenin ji bo ku dijmin kêfxweş nebe."

Hevalê me Rizgar Denîz bi merasîmeke girsayî ji Rojava ber bi başûrê Kurdistanê ve hat birêkirin. Ji Rojava jî bi konvoyeke mezin li Wargeha Rustem Cûdî hat oxirkirin. Li Rojava û Wargeha Rustem Cûdî bi dehan hevalên wî yên rojnamevan soza şopandina xeta wî da.

(bb)

ANHA