YPG`ê nasnameyên şehîdên Efrînê eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê de, 2 şervanên wan şehîd bûne.

YPG`ê nasnameyên şehîdên Efrînê eşkere kirin
17 kanûn, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de li gelek cihan çalakiyên bibandor li dar dixin û derbên giran li hêzên dagirker dixin. Dagirkeriya ku nikare li hember çalakiyên hêzên me li ber xwe bide, bi çeteyên girêdayî xwe re êrîşên bi armanca qirkirina niştecihên herêmê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de;

16’ê Kanûnê piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, navçeya Şêrawa ya li ser Efrînê da ber topan. Di encama topbaranê de 2 hevrêyên me yên ku di parastina niştecihên herêmê de erkdar bûn, şehîd bûn. Her wiha yek jê zarok, 2 sivîl jî birîndar bûn.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

*****

Nasnav: Mazlûm Efrîn
Nav û Paşnav: Basil Kedro
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ebdulfetah
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / 16 Kanûn 2018

*****

Nasnav: Zagros Efrîn
Nav û Paşnav: Edhem Erbo
Navê Dayikê: Şînal
Navê Bav: Heyder
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / 16 Kanûn 2018

Em di serî de ji malbatên her du şehîdên me re û gelê me yê berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.”

(kc)