Ciwanên Minbicê, pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzîmê bişkînin" destpê kirin

Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanên Minbicê îro pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzmê bişkînin" destpêkirin.

Ciwanên Minbicê, pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzîmê bişkînin" destpê kirin
Ciwanên Minbicê, pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzîmê bişkînin" destpê kirin
Ciwanên Minbicê, pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzîmê bişkînin" destpê kirin
Ciwanên Minbicê, pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzîmê bişkînin" destpê kirin
Ciwanên Minbicê, pêngava "Rabin, Şer bikin û Faşîzîmê bişkînin" destpê kirin
17 kanûn, 2018   12:53

MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanên Minbicê û gundên wê, îro dest bi pêngava “Rabin, Şer bikin û Faşîzmê bişkînin” kirin. Belavokên ku pêngavê şîrove dikin li şêniyên Minbic û gundewarên wê hatin belavkirin.

Di belavokan de sernavê "Na ji Împaratoriya Osmanî li welatê me” hat velavkirin. Ciwanan diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze bi rêya êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê senaryoya bav û kalên xwe dubare bike.

ANHA