Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşmeya "Hilweşe dagirkerî û dijminahiya Osmanî" meşek li dar xist.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Îradeya gelan dê bi ser bikeve
17 kanûn, 2018   13:38

ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li kantona Şehbayê meşek li dar xist. Pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Tirkmen tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, ala Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Teror û faşîzma xwe bisekinîne”, “Serkeftin ji îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re”, “Bijî berxwedana QSD`ê”, “Na ji bêdengiya navdewletî re” û “Gefên Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike" hatin hildan.

Meş ji stada Babenis a gundê Babenis a navçeya Ehdasê dest pê kir û li qada gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û dirûşmeyên şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin.

Di meşê de hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif destnîşan kir ku gelê Efrînê di nava 58 rojan de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan, ji ber ku bi azadiya xwe girêdayî ne, heta niha ji bo li warê xwe Efrîn vegerin li kantona Şehbayê li ber xwe didin û wekî her carê dewleta Tirk a dagirker hemû terorîstan digire nava xwe û bi armanca dagirkirinê gefan li tevahî xaka Sûriyê dixwe.

Her wiha Hediye Yûsif destnîşan kir ku li beramberî çavên hemû cîhanê dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, binpêkirinê derexlaqî û kiryarên hovane didomîne, vê carê jî gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker êrîşî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dike, projeya neteweya demokratîk dike ji ber ku civaka demokratîk û siyaseta demokratîk xizmeta dagirkeriya Tirkiyeyê nake.

Her wiha Hediye Yûsif destnîşan kir ku bi pêşveçûna şervanên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê rola dewleta Tirk a dagirker di piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê de diyar dibe, ji ber ku heger terorîst werin tunekirin û demokratîk pêk were, Tirkiye nikare Bakurê Sûriyê dagir bike.

Hediye Yûsif diyar kir ku daxuyaniyên ji aliyên pewendîdar ve têne dayîn, têrê nake û divê gavên cidî der barê gefan de werin girtin.

Di dawiyê de Hediye Yûsif got di vê pêngava nû de divê hemû gel ji bo berxwedanê amade bin û piştgiriya hêzên leşkerî bikin û wekî ku çawa ala berxwedanê li Efrîn û Şehbayê hate hildan dê li herêmên din jî were hildan.

Her wiha di meşê de encama çalakiyên şervanên YPJ/YPG`ê li Efrînê ji 15 meha Kanûnê ve, ji aliyê endama Meclisa Kantona Efrînê Hewlêr Cago ve hate xwendin. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm soz da ku ew ê tu carî şopa şehîdan bernedin û got heger were xwestin dê li dijî êrîşan xwe bikin mertalên zindî.

Her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa got ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker destekê dide terorîstan û wan ber bi xaka Sûriyê ve dişîne, armanca wan ew e ku xewn, xeyalên Osmaniyan û dîroka wan a 400 salî ya tijî komkujî li dijî hemû pêkhateyên civakê ji nû ve vejîne, di dagirkirina Efrînê de sembola bajarê berxwedanê diyar bû û divê dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku Efrîn dê rizgar bibe.

Meş bi dirûşmeyên li dijî gefên dewleta Tirk hate bidawîkirin.

(bx)

ANHA