Gelê Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk çalakiyan li dar dixe

Bi sehan şêniyên kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist û teqez kir ku gelê herêmê dê heta dawiyê li dijî dagirkeran parastina herêmê bikin. 

Gelê Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk çalakiyan li dar dixe
Gelê Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk çalakiyan li dar dixe
Gelê Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk çalakiyan li dar dixe
17 kanûn, 2018   11:04

KOBANÊ

Konê çalakiyê li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê yê nêzî sînorê Tirkiyeyê hate vedan.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tev li çalakiyê bûn û teqez kir ku ew tu carî ji gefên dewleta Tirk a dagirker natirsin.

Dihat payîn ku li gundê Colbek ê rojavayê Kobanê jî konê çalakiyê hatiba vedan lê ji ber rewşa hewayê hate taloqkirin. Şêniyên kantonê di nava 24 saetan de dê nobedariyê di bin konê çalakiyê de bigirin.

Konê çalakiyê li ber nûnerên ji derveyî kantonê, endamên saziyan û şêniyan dê vekirî be.

Beriya niha li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê jî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên çalakiyan hatibûn vedan.

(bx)

ANHA