Cenazeyên 3 qurbaniyên bombebarana li ser Şengalê gihaştin Kobanê

Cenazeyên her sê şehîdên sivîl ku di bombebarana dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Şengalê de şehîd bûbûn, gihaştin Kobanê. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bang li gelê herêmê kir ku helwesteke xurt li dijî êrîş û gefên Tirkiyeyê nîşan bidin.

Cenazeyên 3 qurbaniyên bombebarana li ser Şengalê gihaştin Kobanê
17 kanûn, 2018   10:27

KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker 13`ê Kanûnê Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û hin cihên li herêma Şengalê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Di encamê de gelek kes bûn qurbanî û zirarên madî pêk hatin.

Qurbaniyên ku di êrîşa Tirkiyeyê de ya li ser Şengalê şehîd bûbûn, sivîlên ji gundên kantona Kobanê ne ku ji bo kar berê xwe dabûn Şengalê. Ji qurbaniyan Xelîl Qere Elî û Mistefa Hecî ji gundê Qolanê û Mehmûd Xan Temo ji gundê Helincê yên Kobanê ne.

Piştî ku nasnameyên her sê sivîlan di nexweşxaneya bajarê Hesekê de hatin nasîn, radestî Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê hate kirin û îro gihaştin bajêrê Kobanê.

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li şêniyên kantonê kir ku beşdarî merasîma oxirkirina her sê şehîdan bibin û diyar kir ku divê gelê herêmê helwesteke xurt li dijî êrîşên Tirkiyeyê nîşan bide.

Tê payîn ku merasîma oxirkirina şehîdan sibe saet seat di 13:00’an de li Goristana Şehîd Dîcle bi beşdarbûna şêniyên ji hemû bajarên Bakurê Sûriyê, pêk were.

(jo)

ANHA