Ciwanên Minbicê: Parastin, mafê me yê rewa ye

Ciwanên Minbicê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û teqez kirin xweparastin mafê wan ê rewa ye û berdêl çi dibe bila bibe ew ê mafê xwe biparêzin.

Ciwanên Minbicê: Parastin, mafê me yê rewa ye
17 kanûn, 2018   11:24

MINBIC

Ciwanên Minbicê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan.

Ciwanên ku li stada bajêr kombûyîn pankartên “Bi jina ciwan serî hilde û li hember faşizma Tirk li ber xwe bide”, “ Bi ruhê ciwanên şoreşger gefên Tirkiyê red dikin”, Bi ruhê ciwanên şoreşger serî hilde, têbikoşe û dagirkeriya Tirk hilweşîne" û daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Ciwanên Minbicê û gundewarên wê ve hate xwendin Selah Cuma ve hate xwendin.

‘Li hember dagirkirin xaka xwe bibin mertal’

Daxuyanî wiha ye;

“Bi navê ciwanên Minbicê û gundewarên wê bi diruşmeya" Serî hilde...li ber xwe bide... dagirkeriya Tirk helweşîne" kombûna îro li vir ne ji bo ku şermezarkirin û lanekirinê ye. Em ji bo Erdogan û hikumeta wî ya faşit re bêjin, em li vir radigihîn eger destdirêjî ser axa me ya pîroz û muqedes were kirin, mafê me yê rewa ye ku em xwe biparêzin. Bedel çi dibe bila bibe. Ji ber ku yên bimînin em in û yên tune bibin hun in.

Em ji vir heya Dêrikê  seferberiyê radigihînin û bi yek dengî û yek gelî tevî hemû pêkhate û etnîkên xwe dibêjin "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re". Em bang li kesê Sûriye yî dikin ku li hember dagirkirina xwe bibin mertal û li hember her bostek ax û welatê xwe biparêzin.

Serfirazî û nermirî ji şehîdên me re, serkeftina misoger a şoreşa me û şermezarî ji dijminên mirovahiyê re."

Daxuyanî bi diruşmeya" serî hilde, serî hilde, serî hilde" bi dawî bû.

ANHA