Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê diyar kir ku xebatên avakirina goristana şehîdan a navçeyê ku niha 38 cenazeyên şehîdan hembêz dike, ber bi dawiyê ve diçe. Her wiha tê payîn ku dê dest bi qonaxa duyemîn were kirin.

Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
16 kanûn, 2018   07:45

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi saya fedekariyên şehîdan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehî û aramiyê de ne û hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û beriya wê Cebheta El-Nusra û heta artêşa Tirk hatin şikandin.

Ji bo bîranîna şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan goristanên taybet ji bo wan li piraniya herêm, bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirine. Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ji beriya 6 mehan ve dest bi avakirina goristana şehîdan a navçeyê kiriye û hindik maye ku xebatên avakirinê bi dawî bibin.

Werşeyên kar di 1'ê Gulanê de li ser du qonaxan dest bi xebatên avakirinê kirine. Qonaxa destpêkê avakirina goristanê û sûrên wê ye û ya duyemîn xemilandina goran û çandina daran û avakirina hindek odeyan e.

Niha werşeyên kar xebatên dawîn ên avakirinê hema bêje bi dawî kirine. Werşeyan xebatên avakirina sûra goristanê bi bilindbûna 2 metreyan û bi dirêjahiya 725 metreyan, avakirina holek û destav bi dirêjahiya 25 metreyan û dikek tevî hejmareke odeyan, bi dawî kirine. Her wiha 2 derî, yek li rojhilat û yek li bakur, tevî 2 odeyên nobetdariyê, depoyeke avê, 4 avreşînk û peykerek bi dirêjahiya 9 metreyan hatine avakirin.

Tê payîn ku piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a avakirina goristanê di hefteyekê de, dê berpirsên xebatên avakirinê, dest bi çandina dar û gulên goristanê bikin û cihekî bêhnvedanê ava bikin.

Hejmara şehîdên navçeya Til Hemîsê digihîje 95 şehîdan. Heta niha cenazeyên 38 şehîdan li goristanê hatine veşartin û yên din li goristanên şehîdan ên Tirbespiyê û Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo hatine veşartin.

Berpirsê xebatên avakirinê Mihemed Xidir xuya kir ku şêniyan daxwaza avakirina goristanê kir da ku ewladên xwe li nêzî xwe veşêrin û ji bo bîranîna şehîdên Til Hemîsê yên ku ji bo parastina herêmê canê xwe feda kirine.

(şx)

ANHA