Bersûm: Yekitî û hevgirtina gelê Sûriyê dê timayên Erdogan têk bibe

Senherîb Bersûm got Erdogan ne tenê li ser Sûriyê lê belê li ser Rojhilata Navîn xetereyek e. Her wiha teqez kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi saya berxwedan û yekitiya gelên herêmê dê têk biçin.

Bersûm: Yekitî û hevgirtina gelê Sûriyê dê timayên Erdogan têk bibe
16 kanûn, 2018   07:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm destnîşan kir ku her kes çavnebariyên dewleta Tirk ên di der barê xaka Sûriyê dizane û dewam kir:”Tirkiye hewl dide bi rêya piştgiriya komên terorîst ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser destê QSD'ê têk çûne, projeya xwe li herêmê pêk bîne."

Bersûm diyar kir ku derbasbûna Tirkiyeyê ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dê ne tenê li ser gelê Kurd, lê belê  dê li ser gelên herêmê xetereyek be û diyar kir ku sînor ji aliyê herêmê ve ewle ye û got:"Ruxmî wê jî dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî domdar dike hedef."

Girêdayî armanca êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bersûm bal kişand ku Tirkiye bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rewakirina dagirkirina xwe ya li herêma Bab, Cerablus, Ezaz û Efrînê van êrîşan pêk tîne û dixwaze Bakurê Sûriyê jî dagir bike.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Bersûm teqez kir ku Tirkiye her tim li pêşiya çareseriya siyasî asteng e û hewl dide li Sûriyê tevliheviyê û şer derxe û wiha domand:"Ji ber ku di bin van şert û mercan de dagirkirina xaka Sûriyê ji bo wê hêsantir dibe.”

Di berdewama gotinên xwe de Bersûm destnîşan kir ku Erdogan ne tenê li ser Sûriyê, lê belê li ser Rojhilata Navîn xetereyek e, ji lewre divê civata navdewletî rê li ber timayên rêjîma Tirkiyeyê bigire û dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê bi dawî bikin.

Bersûm îdiayên Tirkiyeyê ku dibêjin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li herêmê ye, derewandin û diyar kir ku Tirkiye bi van îdiyan dixwaze dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyê rewa bike û destkeftiyên gelê herêmê têk bibe. Bersûm anî ziman ku redkirina Tirkiyeyê ji avakirina noqteyên çavdêriyê yên Amerîkayê, îdiayên wê yên derewker, eşkere dikin.

Hevserokê Partiya Suryan Senherîb Bersûm bi lêv kir ku Partiya Yekitiya Suryan beşek ji Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk e û ev tişt anî ziman: "Li ser noqteyên bingehîn girêdayî herêmê û projeya siyasî ya Sûriyê me li hev kiriye. Em her tim hewl didin di têkiliyên xwe  yên bi dewletên cîran re van noqteyan esas bigirin û em beşek ji Sûriyê ne. Armanca me Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye ku mafên hemû pêkhateyan diparêze."

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm bang li civata navdewletî kir ku li hember zêdegaviyên Tirkiyeyê ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, bisekinin û destnîşan kir ku rêya tekane ya sekinandina li hember êrîşên Tirkiyeyê hevgirtin e.

(şx)

ANHA