Şêx û rûspiyên Ereb: Em ne bi hewcedariya mudaxeleya Tirkiyeyê ne

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên li herêma Sirînê diyar kirin ku Tirkiye hewl dide tiştên ku DAIŞ'ê nekarî li herêmê bi dest bixe, ew temam bike û bang li Tirkiyeyê kirin ku vegere dîrokê û xurtbûna têkiliyan di navbera gelan de bibîne.

Şêx û rûspiyên Ereb: Em ne bi hewcedariya mudaxeleya Tirkiyeyê ne
16 kanûn, 2018   07:34

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Piştî du rojan ji gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nerazîbûnên gelên herêmê li dijî van gefan zêde dibin. Di vê çarçoveyê de, êlên li Sirînê mudaxeleya Tirkiyeyê red dikin û destnîşan kirin ku Tirkiye bi hedefgirtina têkiliyan di navbera gelan de, şaşiyeke mezin dike.

Rûspiyê êla El-Efdalê ya Bakurê Sûriyê Xalid Faris got: "Erdogan dibêje ew ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bikin. Gelo dê ji kê rizgar bike? Me herêm bi saya xwîna ewladên xwe rizgar kiriye û ev hewldana Tirkiyeyê di çarçoveya dagirkirina xaka Sûriyê de û pêkanîna armancên ku DAIŞ'ê pêk neanîne tê."

Ji aliyê xwe ve yek ji rûspiyên êla El-Ewn a ji mezintirîn êlên herêma Sirînê destnîşan kir ku divê Tirkiye ji gelên cîran re rêzdar be û ev tişt anî ziman: "Têkiliya me bi gelê Tirk re ku digihîje bi sedan salan, ji bilî dagirkeriya Osmanî xurt e. Hikumeta Tirk di daxuyaniya xwe de ku wê li dijî herêmên me êrîşan pêk bîne, şaş dike ji ber ku herêmên me ewle ne û em ne bi hewcedariya mudaxeleya Tirkiyeyê ne."

Her wiha yek ji şêxên êla El-Ewn Ebid El-Basêt Xilo got gelê herêmê”Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen” amade ne bersiva gefên Tirkiyeyê bidin û destkeftiyên ku di van çend salên dawî de bi dest xistine, biparêzin.

 (şx)

ANHA