ANHA derbasî navenda Hecînê bû

Nûçegihanê ajansa me (ANHA) tevî Hêzên Sûriyê Demokratîk derbasî bajarokê Hecîn bûn û asta wêranbûna bajarok di encama şerên ku rû dane de bi dîmen belge kirin.

ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
ANHA derbasî navenda Hecînê bû
16 kanûn, 2018   06:37

DÊRAZOR

Ji 4 mehan ve li bajarokê Hecîn ê ku cihê dawî ya çeteyên DAIŞ'ê bû di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê 'Şerê Tinekirina Terorê' de bi pêşengiya QSD'ê û alîkariya Koalîsyona Navdewletî şerên dijwar rû didin.

Rizgarkirina Hecînê du rojan dixwaze

Fermendarê QSD'ê Zinar Awaz di hevpeyvînek taybet de li gel ajansa me sedema derengmayîna rizgarkirina bajarokê Hecînê spart ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin tevî ku bermahiyên rêxistinê li vê beşa biçûk mane û xwe lê bicih kirine.

Awaz ê ku oparsyona rizgarkirina Hecînê bi rêve dibe destnîşan kir ku berxwedana çeteyan di çarçoveya erebeyên teqemeniyê û mayîna de maye.

Ji aliyekî din ve çavdêriyên leşkerî dibînin ku rizgarkirina Hecînê wê pişta DAIŞ'ê bişkîne û bi vê yekê oprasyona rizgarkirina her du bajarokê El-Şeifa û El-Sûse hêsan bike. Ji ber stratejiya cihê Hecînê wê yekser bandorê li paqijkirina tevahiya herêmê ji DAIŞ'ê bike.

ANHA derbasî Hecînê dibe

Nûçegihanê ajansa me piştî erêkirina fermendarên leşkerî bi ewlebûna derbasbûna herêmê, tevî tîmek çapemeniyê derbasî Hecînê bû.

Bi ketina bajarok re ji bo parastina jiyana rojanmevanan, destûr nehat dayîn ku tîm ji erebeyê dakevin. Ji lew re nûçegihanê ajansê dîmen bi rêya pencereyê erebeyê heta ku gihaşt ber nexweşxaneya Hecînê ya ku bi 1 km ji eniyên şer bi DAIŞ'ê re dûr e kişand.  

Li gorî nûçegihanê me tu sivîl li bajarok tune bûn û bi temamî wêran bûye. Wek tê zanîn di berdewamiya şer de QSD bi hezaran xelkê sivil ji bajarokê Hecînê rizgar kiribû.

Girêdayî mijarê Ebû Semra ku şervanekî QSD'ê ye û ji Serêkaniyê ye got DAIŞ'ê li ber lêdanên wan derbeyên mezin dixwe.

Di dîmenan de malên wêrankirî ku çawa bi erdê re dûz bûne, riyên ku bi bermahiyan hatine girtine û erebeyên bombarkirî ku tenê parçeyên wan mane xuya dibin.

(şx)

ANHA