Welatiyên Kobanê bertekên tund nîşanî gefên Erdogan didin

Welatiyên kantona Kobanê gefên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku şêniyên Kobanê li hember hemû êrîşan amade ne û dê li hember artêşa Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Welatiyên Kobanê bertekên tund nîşanî gefên Erdogan didin
15 kanûn, 2018   06:06

ŞÊRÎN MIHÊDÊN / KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker 12`ê Kanûna 2018’an careke din gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kirin, welatiyên kantona Kobanê jî bersiv dan û diyar kirin ku tu car welatiyên Kobanê ji van gefan bê moral nabin û wiha got: “Heta ku şervanên YPG û YPJ`ê hebin tu tişt li hember wan nabe bend.”

Dayika bi navê Rihîme Hec Mehmûd îşaret pê kir ku Erdogan bi gefên xwe tenê dixwaze welatiyan bê moral bike û wiha dewam kir: "Dawiya Erdogan tê, em li ser vê axê mezin bûn û me gelek şehîd ji bo vê axê dan. Em dev ji axa xwe bernadin.”

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Şêx Nebî ji gundê Serzorî wiha axivî: "Ev ne cara yekê ye ku Erdogan van gefan dike, me Erdogan baş nas kiriye. Eger êrîşek hebe jî em amade ne.”

 Welatiyê bi navê Mihemed Semo anî ziman ku Erdogan bi xwe terorîstê herî mezin e û diyar kir ku şêniyên Kobanê li hember hemû êrîşan amade ne û dê li hember artêşa Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve kalê bi navê Simaîl Peyo wiha got: “Erdogan bi navê DAIŞ`ê em koçber kirin, lê bi hêza şervanên YPG`ê û YPJ`ê em vegeriyan axa xwe û piştî ku dît ku bi bin dikeve, bi xwe gefan dixwe. Lê çi dike bila bike, em amade ne."

ANHA