QSD‘ê li Hecîn êrîşên çeteyan têk birin

Li konalên Hecînê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de rû didin. Şervanan êrîşên çeteyan a bi erebeyên bombebarkirî vala derxistin.

QSD‘ê li Hecîn êrîşên çeteyan têk birin
14 kanûn, 2018   22:00

DÊRAZOR

Jêderekî leşkerî ji bajaroka Hecînê diyar kir ku li taxên bakur û rojhilatê bajarokê Hecînê şerekî giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewimin û destnîşan kirin ku çeteyan bi rêya erebeyên bombebarkirî hewl deverên ku ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin bigirin, lê êrîşên wan hatin şkandin.

Heman jêderî destnîşan kir li di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de hindik mîter maye.

ANHA