Hecîn bêhna azadiyê distîne..Gelo girîngiya rizgarkirina wê çi ye?

Bajarokê Hecînê xaka dawî ya di destê çeteyên DAIŞ‘ê de ye. Şervanên QSD‘ê ji bo rizgarkirina vê herêma stratejîk di 11‘ê Îlonê  qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi navê "Şerê Tinekirna Terorê"ragihand. Gelo girîngiya bajarokê Hecînê, dîroka wê, pêngavên ku tê re derbasbûne çi ne? em ê di vê dosya xwe nas bikin.

Hecîn bêhna azadiyê distîne..Gelo girîngiya rizgarkirina wê çi ye?
15 kanûn, 2018   06:25

LEZGÎN IBRAHÎM / NAVENDEA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di pêngava Bagera Cizîrê de tevahiya çolistana Cizîrê rizgar kiriye. Di nav de gund, bajarok û gundewarên başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê bi firehiya 71 hezar û 360 km2 û dirêjahiya 191 km ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin. Di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê ‘de şervanên QSD'ê ji gelek aliyan ve ber bi bajarokê Hecînê ve pêşde diçin.

Cih, dîrok û navê Hecînê çi ye?

Bajarokê Hecîn girêdayî herêma El-Bû Kemal a ser bi Dêrazorê ve ye. Li gorî serjimariya 2004'an hejmara niştecihên wê gihaşt 97 hezar û 870 kesî. Hecîn li rex çemê Firatê ye û derdora wê ji 3 aliyan ve av e. Lewre bi axa xwe ya ji bo çandiyê başe tê naskirin.

Hecîn bi 110 km ji Dêrazorê û 35 km ji El-Bû Kemal dûr e. Rûbara bajarok ji bilî beyarê derdora 250 km2 ye. Her wiha tevî beşa beyarê derdora wê hezar û 250 km2 e.

Dîroka avakirina bajarokê Hecînê digihêje derdora 265 sal berê û navê xwe ji pîşeya xwedîkirina hêştiran girtiye. Ji ber şêniyên wê hêştirên bi lez xwedî dikrin. Peyva "Hecîn" li gorî zimanê Erebî tê wateya hêştir.

Bajarok wekî navenda navçeyê tê hesbandin. Hejmarek gund û mezrayê girêdayî wê evin; Xeranîca rojhilat û ya rojava, El-Kişkiyê, Ebû Hemam, El-Behra, Hewame, Ebû El-Xatir û Ebû El-Hesen û ji gelek taxan pêk tê; Sûkan, Hîwar, El-Qela û El-Işrîn.

Jiyana asayî ya Hecînê

Bajarokê Hecînê bi axa xwe ya ji bo çandiyê guncaw dewlemend e. Ji ber vê yekê keriyên xezal û kêvroşkan lê hene. Ji ber cihê wê li ser bakurê berava çemê Firatê ye gelek jêderên ava xweş lê hene û bi darên biyê û spîndarê û gelek cureyên darên din navdar e.

Piraniya şêniyên bajarokê di çandina hilberînên weke pembo, genim û silk, sebzeyan û darên berhemdar de yên weke El-Nexîl û di xwedîkirina sewalan de mîna pez û çêlekan dixebitin.

Êlên Hecînê

Li bajarokê Hecînê mezintirîn êlên Ereb El-Bû Herdan dimînin. Êla El-Bû Herdan girêdayî qebîleya El-Ûbeyd e. Şêniyên wê bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê ne ku di encama hin nakokiyên malbatî di navbera xizman de hatin Hecînê û lê bi cih bûne. Rêjeya vê êlê ji sedî 60 ji niştecihên Hecînê ne. Êla El-Bû Herdan bi merdî û cesareta xwe têne nasîn.

El-Bû Xatêr(girêdayî qebîleya Taî ya Ereb in); tê gotin ku ew pismamên El-Bû Herdana in, li derdora taxa Navîn a bajêr bi cih bûne û rêjeya wan ji serjimariya bajarokê dighêje ji sedî 13.

Qebîleya El-Demîm; koka wan cudayî kokên qebîleyên din in û ji qebîleyên ku li beyara Ereban bi cih bûne ne. Niha ew li taxa Rojhilat bi cih bûne û rêjaya wan ji rêjeya wan giştî ji sedî 17 e.

Qebîleya El-Bû Hîzai ew jî beşek ji qebîleya El-Ubeyd a Iraqê ne. Piraniya wan ji dewletên kendava ereban e. Hinek jî ji bajarê Remadî yê Iraqê ne. Rêjeya wan ji sedî 7 in.

Wekî din ji sedî 3 Kurd û Tirkmen û qebîleya Cihêş a Ereb li Hecînê hene.

Şêniyên Hecînê bi zanabûna xwe û bi hezkirina xwendinê tên naskirin. Piraniya şêniyên wê jî rewşenbîrên û ji gelek zanîngehan mîna endezyariyê, dermannasiyê, tip û hwd derçûne.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, piraniya xwendekarên wê derketin dewletên derve mîna Kendava Ereban û Iraqê.

Binesaziya Hecînê

Destpêkê Hecîn gundek biçûk bû û şêniyên wê debara xwe bi çandiyê û xwedîkirina sewalan peyda dikirin û gelek kêmasî di warê xizmetguzariyê de hebûn. Di sala 1963'yan de kooperetîfek û navendek tenduristiyê lê hatin vekirin û Hecîn bi rêyek ax bi bajarê Dêrazorê û El-Bû Kemal ve hate girêdan.

Gund heta sala 1983'yan wisa ma, piştre li gorî qanûna Sûriyê ya benda 42 a sala 1991'yan veguherî navçeyekê û gelek xebatên xizmetguzariyê ji vekirina rêyan, ronîkirina bajêr, dirêjkirina xetên telefonê û avakirina stasyona ava vexwarinê û hwd hatin meşandin. Navendek asayîşê, avahiya navçeyê, kargehek xalîçeyên destan, navenda tenduristiyê û navendên kehrebe, avakirinê  û çandiniyê hatin avakirin. Tevî wê jî dibistan li tevahiya Hecînê û gundewar hatin vekirin û xebatên dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê û ava vexwarinê li beşek mezin ji bajêr hatin meşandin û firinek û sûkek hatin vekirin.

Her wiha li Hecînê ji bilî 2 navendên tenduristiyê û navendek tenduristiyê ya dibistanan û nexweşxaneyek taybet, nexweşxaneyek pispor ku li tevahiya Sûriyê tunebû hate vekirin. Her wiha şaxek ji mesrefa çandiniyê, navenda perwerdeyê û navenda agirkujiyê hate vekirin. Ji bo her du beravên çemên Firatê bigihêjin hev du, pirek hate avakirin.

Rewşa Hecînê di aloziya Sûriyê de

Di destpêka aloziyê de di dawiya sala 2013'an de piştî hêzên Sûriyê ji herêmê vekişiyan komên çekdar ên ku navê 'Artêşa Azad' li xwe kiribûn, Hecîn kirin bin serweriya xwe. Ciwanên herêmê bi pereyên “Artêşa Azad” hatin xepandin û tev li nav refên wan bûn. Piştre koma “Artêşa Azad” Hecîn radestî DAIŞ'ê kir û bê şer jê vekişiya. Li gorî şêniyêna cudahiya di navbera “artêşa Azad” û DAIŞ‘ê de tenê rengê alê ye. Piştî ku DAIŞ Hecîn dike bin serweriya xwe, gelek komkujî li ser şêniyên de ku bi pereyên Artêşa Azad hatibûn xapandin pêk tîne û vê carê ciwanan neçarî kirin ku tev li nava xwe bikin.

Girîngiya Hecînê ya stratejîk û çawa DAIŞ jê sûd digire

Bi ragihandina "Şerê Tinekirina Terorê" re ya pêngava dawî ya Bagera Cizîrê, şervanên QSD'ê rizgarkirina berîka dawî ya stratejîk a DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê yanî bajarokê Hecînê, dan pêşiya xwe.

Li gorî fermendarên leşkerî ku tev li pêngavê bûn diyar kirin ku Hecîn çeteyên DAIŞ‘ê wekî xeta xwe ya parastinê destnîşan kiribûn.

Her wiha bi hezaran çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî û fermendarên di bajarok de bûn.

Nameya şêniyên Hecînê ji Hêzên Sûriye Demokratîk re

Bi zêdebûna zulm û binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê re ji kuştin, serjêkirin, komkujî û koçberkirinê şêniyên bajêr bi rêya nameyekê nivîskî bang li QSD'ê kirin ku wan ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin. Di nameyê de şêniyan destnîşan kiribûn ku ew rastî gelek binpêkirinên ne exlaqî ji hêla DAIŞ'ê ve tên û teqez kirin ku ew amade ne beşdarî pêngavê rizgarkirina bajêrê bibin.

Navaroka nameyê wiha ye: "Em wek gelê Hecînê dikarin xwe bi rêve bibin û pêwîstiya me bi tu kesî nine. Lê di nav me hin kes hene ku hatine xapandin û tev li DAIŞ'ê bûne. Em amade ne ku tev li pêngava rizgarkirina bajêr bibin. Ji her kesê ku dibêje ku gelê Hecînê bi awayekî mezin tev li DAIŞ'ê bûye, em dibêjin ev îdia ne rast in û em amade ne li hember van îdiyan bisekinin."

Di nameyê de şêniyan bang li fermendarên QSD'ê kiribûn ku lez bidin xebatên rizgarkirina Hecînê da ku li malên xwe bi rûmet bijîn. Em baş dizanin ku piştî rizgarkirinê dê aştî û aramî li bajêr serwer be."

Ragihandina Şerê Tinekirina Terorê û ji ber metirsiya ser jiyana sivîlan, şervan bi hişiyarî pêşde diçin.

Di 11'ê Îlona 2018'an de QSD'ê bi armanca tunekirina DAIŞ'ê li berîka dawî li gund û bajarokên Hecînê, El-Sûse û El-Şeife bi daxuyaniyekê destpêkirina qonaxa dawî ya pêngava 'Bager Cizîrê' bi navê 'Şerê Tinekirina Terorê' ragihand. Ev qonax ya herî dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina tevahiya rojhilatê gundewarê  Dêrazorê tê hesbandin.

Bi ragihandina qonaxê re, şervanên QSD'ê û Hêzên Koalîsyona Navdewletî çawaniya dabînkirina derketina sivîlan ji herêmên bin dagirkiriya DAIŞ'ê bi awayekî ewle xistin armancên xwe yên destpêkê.

Di berdewamikirina qonaxa duyem a pêngava Bagera Cizîrê de Hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser du beşan belavok li ser bajêr belav kir da ku şênî dûrî noqteyên çeteyan bimînin, beriya ku êrîşî hawayî li dijî noqteyên çeteyan li bajêr pêk bînin.

Heta niha hêzan gelek korîdorên mirovahiyê ji şêniyan re vekirine û bi hezarn sivîl rizgar kirine.

Vekirina kampek demkî û pêşkêşkirina alîkariyan ji şêniyên Hecînê re

Di heman dema ku QSD'ê di Hecînê de pêşde diçe û sivîlan rizgar dike, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîneya Meclisa Sûriye Demokratîk ji bo peydakirina pêdiviyên koçberên herêma Hecînê zend û bend badan. Ji bo pêşwazîkirina koçberan meclisê kampek demkî bi navê' Îwa' vekir. Her du meclisên sivîl a Dêrazorê û Sûriya Demokratîk erka peydakirina pêdiviyên koçberan ji hemû waran ve hilgirtin ser milên xwe.

QSD'ê û Hêzên Koalîsyona Navdewletî ji bo rizgarkirina Hecînê û tunekirina DAIŞ'ê li tevahiya erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêz dibin û bi taybet piştî ku hêz derbasî Hecînê bûne û hindek maye ku bajar bi temamî rizgar bikin.

(şx)

ANHA