Gelê Kobanê şehîdên xwe spartin axê

Welatiyên kantona Kobanê cenazeya sê şervanên YPG‘ê bi merasîmekê spartin axê. Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnemaye şehîdekî eşkere kir.

Gelê Kobanê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Kobanê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Kobanê şehîdên xwe spartin axê
14 kanûn, 2018   15:28

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê, cenazeyê şervanên YPG‘ê, Celal Hemo (Celal Toreman) Hemed Henîf (Erdîf) û Mamed Ibrahîm (Mamed Kobanê) yên ku di dem û cihên cûda şehîd bibûn bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. Di merasîmê de nasnameya şehîd Abdullah Seydo  (Mihemed Xeyrî Durmiş) hate eşkerekirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser Desteya Xweparastin Esmet Şêx Hesen axivî. Şêx Hesen di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re xwestin û wiha got, " Di şexsê van hevalên şehîd de, em bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin û wan bi bîr tînin. Rastî çiqas em biaxfin em nikanin bedela wan bidin, ji ber wan ji bo gel û axa welat xwe fîda kirin û da ku hate roja şehadetê li be xwe dan."

Şêx Hesen, di berdewama axaftin xwe de bal kişand ser gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî zimanê ku her çendî şervanên QSD‘ê li Hecîn derbe li çeteyên DAIŞ‘ê dixe Erdogan û partiya xwe bêçar dimînin, lew re bi gefên xwe hewl didin pêşketinên şervanên asteng bikin û gel bê îrade bihêlin.

Esmet Şêx Hesen di berdewana axaftina xwe de got, "Wê gelê me li hemberî van siyaeta serî tentewîne û dê heya dawî şopdarê xeta şehîdên xwe bikin."

Paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eburahman El-Demîr  axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest  û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan wesîqeyên her sê şehîdan hate xwendin û radestê malbatî wan hate kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdekî bi navê Abdullah Seydo  (Mihemed Xeyrî Durmiş) eşkere kir.

Girseya gel cenazeyên hersê şehîdan di nava dirûşeme û tilîliyên dayika spartin axê.

(hk/şm)

ANHA