Şehîdên Mexmûrê bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin

Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdên xwe bi merasîmekî bi heybet spartin axê. 

Şehîdên Mexmûrê bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin
14 kanûn, 2018   14:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê bi balafirên şer li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî) xistin. Di êrîşa dewleta Tirk de Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê  Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûne.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî bi heybet cenazeyên 4 jinên ku duh di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn hatin veşartin. Ji heft salî heta heftî salî gelê wargehê tevlî marasîmê bûn. Merasîm li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê pêk hat.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên, 'Şehîd namir in', 'Bijî Serok Apo' û 'Qatîl Erdogan' hatin berz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan hatin gotin ku wê Tirkiye bi van êrîşan nekaribe, îradeya gelê Kurd bişkêne. Her wiha hat gotin ku wargeha penaberan a Mexmûrê dibin sîwana Neteweyên Yekbuyî de ye, li rexmê vê jî dewleta Tirk êrîşê ser xelkê sivîl dikin. Pêwîste her kes hemberî êrîşa dewleta Tirk ya li hemberî wargeha penaberan helewsta xwe bide nîşadan. Herwiha hat gotin ku divê Iraq helwesta li hemberî êrîşa dewlata Tirk bide nîşandan.

Di merasîmê de nûnerên KNK, Tevgera Azadî, Tevgera Goran, YNK, Yekîtiya Nîştimaniya Demokrata Kurdistanê (YNDK) û Eniya Demokratîka Gel axivîn.

Nûnerên partiyên siyasî êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin û bang li aliyên siyasî kirin, li dijî êrîşê  helwesta xwe nîşan bikin. Herwiha di axaftinan de banga yekîtiya neteweyî kirin û diyar kirin ku divê li dijî êrîşan kongreya neteweyî pêk were.

Piştî merasîma bi heybet a li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û şûnde darbesta şehîdan hildan ser milan û heta goristanê meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Qatil Erdogan’ û ‘Bimre Îxanet’ hate qîrkirin.

Li Goristana şehîd Nûjîn cenazeyê şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ hatin veşartin.