Şêniyên Efrînê: Ji bêdengiyê re êdî bes e

Meclisa kantona Efrînê û şêniyên Efrînê yên li Şehbayê gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşa hawayî ya li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin û gotin ji bêdengiyê re êdî bes e.

Şêniyên Efrînê: Ji bêdengiyê re êdî bes e
14 kanûn, 2018   15:49

ŞEHBA

Meclisa kantona Efrînê bi amadebûna hejmarek şêniyên Efrînê yên li Şehbayê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên wî yên li dijî Mexmûr û Şengalê daxuyanî dan.

Şêniyan pankartên "Erdogan terorê diparêze", "Gefên li dijî Bakurê Sûriyeyê delîlê îflasa siyaseta Tirkiyeyê ye", "Osmaniya nû û Erdoganê faşîst hilweşin" û"Ji bêdengiyê re êdî bese" hatibûn vekirin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebo û Rêvebera Komîteya  Jin a Kantona Efrînê Xatûn Sultan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, " Ev 8 Sali gelê Sûriyeyê bi giştî û Kurd bi taybet êş û azarên şer dijîn, bi derketina terora DAIŞ‘ê  re ku desteka xwe yekser ji Tirkiyê û Erdogan digire, tundiya li Sûriyeyê zêdetir bû. Erdogan dixwaze xewna xwe ya serkeftinên Osmanî vegere û gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û gelê bi rumet tine bike, lê bi berxwedana gelan dê xewnên Erdogan pê neyên.

Erdogan ji bo ku armancên xwe bigîhne serî bajarê Efrînê dagirk kir, hemû kiyrarên sûcar li dijî sivîlan kirin, ji guhertina demografîk, ta destdirêjî, kuştin, wêrankirin, rûxandina deverên dîrokî û koçberkirina bi sedhazaran sivîlan ev hemû li pêşber çavê cîhanêpêk hatin.

Wekî her car, her çiqasî Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngava xwe ya li dijî terorê li xaka wê ya dawî ya Hecînê bi serkeftinan didomîne, Erdogan daxuyaniyên dijber li hemberî herêmên ku ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin dide. Erdogan dixwaze careke din DAIŞ‘ê zindî bike da ku jiyana hevbeş a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê û tecrûbeya wê ya demokratîk derbe bike, her wiha sînorê xwe yê mêtîngerî berfiheh bike û polîtîkeyên paqijiya etnîkî li dijî gelê Kurd û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê pêk bîne.

Wekî pêkhateyên gel ji Efrînê li kampên Şehbayê dijîn em bang li hemû welatên cîhanê û civaka navdewletî dikin ku zextê li sîstema Tirkiyê û emîrê DAIŞ‘î Erdogan bikin û sînorekî ji gefxwarinên wî re deynin û li kêleka hzên û pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bisekinin û gel ji karîseta mirovî xilas bike.

Her wiha em bang li Koalîsyona Navdewleî ya li dijî DAIŞ‘ê dikin ku li hemberî gefên Erdogan  helwest nîşan bide û qedexeya esmanî li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ferz bike. Li aliyekî din em bang li dewleta Sûriyeyê dikin ku sînorê ji êrîşên derve û hewldanên parçekirinê biparêze.

Helbestvan Cegerxwîn dibêje: Heger em nebin yek em ê herin yek bi yek. Li ser vê yekê em bang l hemû tevger, partiyên siyasî yên Kurdistanê û derveyî welat dikin û hêza xwe bikin yek û li hemberî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê bisekinin û hêviyên gelê Kurd ên jiyaneke bi azad û bi rûmet pêk bînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina Bakurê Sûriyeyê û azadiya Ocalan hatin berzkirin.

ANHA