Şervanekî YPG’ê di encama qezayekê de şehîd bû

 YPG’ê eşkere kir ku şervanê wan ê bi nasnav Erdal Kurdistan di 12’ê Kanûnê de di encama qezayekê de li Tebqayê şehîd bû.

Şervanekî YPG’ê di encama qezayekê de şehîd bû
14 kanûn, 2018   13:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û tê de eşkere kir ku şervanê wan ê bi navê Hemed Henîf (Erdal Kurdistan) di 12’ê Kanûnê de dema ku li Tebqayê bi erka xwe radibû, di encama qezayekê de şehîd bûye.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Erdal Kurdistan di şerên rizgarkirina Reqa û Minbicê de bi roleke mezin rabûye û tev  li gelek hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûye. YPG’ê hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Nasnameya şehîdê YPG’ê wiha ye:

Nasnav: Erdal Kurdistan
Nav û Paşnav: Hemed Henîf
Navê Dayikê: Firyal
Navê Bav: Qadir
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 12 Kanûn 2018

ANHA