Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome

Kongreya Star a Efrînê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja duyemîn de didomîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên Efrînê didome
14 kanûn, 2018   12:55

ŞEHBA

Kongreya Star a Efrînê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştiriya çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD`ê û parlementera HDP`ê ya bajarê Culemerg ê bakurê Kurdistanê Leyla Guven duh li gundê Babinis ê Şehbayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Roja destpêkê 60 jinên Efrînê tev li çalakiyê bûn.

Îro jî roja duyemîn a çalakiya greva birçîbûnê bi tevlêbûna 70 jinên ji hemû pêkhateyên Efrînê didome.

Di çalakiyê de yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Fafînê Selwa Ehmed, hevseroka Yekitiya Êzidiyan Sûad Heso, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Şaziya Îbrahîm û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Mihemed Welo axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ew ê heta dawiyê li dijî zilm û zordariya Erdogan destekê bidin hemû jinan, her wiha soz da ku dê ji bo azadî, rizgarkirin û avakirina civakeke demokratîk û ewle heta dawiyê li ber xwe bidin û bang li dewleta Tirk a dagirker kirin ku tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin, ji ber ku projeya wî mînaka çareserkirina aloziya herêmê ye.

Her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê û destekdayîna wê ji çetyên DAIŞ`ê re şermezar kir û destnîşan kir ku dê heta dawiyê li dijî zilmê bisekinin, tu carî ji biryarên Erdogan û alîgirên wî natirsin, dê heta dawiyê li ber xwe bidin û dê çalakî û xwepêşandanên xwe berdewam bikin. 

Tê payîn ku çalakî sibê were bidawîkirin.

(bx)

ANHA