Şêniyên Amûdê: Em dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê li dijî gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û teqez kir ku ew dev ji axa xwe bernadin.

14 kanûn, 2018   14:02

QAMIŞLO

Dema ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan dest bi gefên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, gelê li Bakurê Sûriyê daket qadan û gefên Tirkiyeyê şermezar kirin.

Piştî rêzemeşên duh li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, îro jî bi sedan şêniyên navçeya Amûdê daketin kolanan û gefên Tirkiyeyê red kirin.

Şênî li Qada Jina Azad kom bûn û dest bi meşê kir. Meş di kolanên sereke re heta Qada Şehîd Cîhad dewam kir û dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Bimire Erdogan û na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re” qîr kirin.

Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin, di nav de hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Silêman Şêxî, hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Selwa Silêman û fermandarê YPG`ê Cesûr Amûdê axivîn.

Axaftvanan diyar kir ku divê gel li pêşiya dagirkeriyê amade be, têketina Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyê ku aloziya Sûriyê hîna tevlihev bike û fitneyê bixe nava pêkhateyên herêmê, ji bo wê divê gel rabe ser pêyan.

Axaftvanan êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên ewle şermezar kirin û destnîşan kir ku Erdogan ji serkeftinên ku bi saya xwîna şehîdan û îradeya şervanên wan pêk hatine, ditirse, ji bo wê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Di dawiya axaftinan de, meşvanan teqez kir ku dê gavekê paşde neavêjin û xaka xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê re nahêlin, her wiha dê heta nefesa dawîn ji bo xaka xwe li ber xwe bidin.

(jo)

ANHA