Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan

Şêniyên kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê daketin qadan û teqez kir ku gelê herêmê bi yekitiya xwe dê li dijî hemû çavbirçîtiyên dewleta Tirk a dagirker bisekine.

Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
Gelê Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
13 kanûn, 2018   13:17

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî bi armanca pêkanîna banga seferberiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin û şermezarkirina gefên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya El-Elem a başûrê bajêr dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re", "Îradeya gelan ji teknîka wan xurttir e", "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin" û "Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin" hatin hildan.

Xwepêşandan li çerxerêya taxa El-Îskan veguherî mitîngê. Di mitîngê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî û destnîşan kir ku ew ê bi yekitiya xwe li dijî gefên Erdogan bisekinin, ji ber ku gelên herêmê ji destpêkê ve bi hev re dijîn û Erdogan nikare yekitiya wan ji hev bixe.

Mistefa diyar kir ku şervanên QSD`ê ber bi rizgarkirina beregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê ve diçin, Erdoganê faşîst dest bi gefên li ser herêmê kir û armanca wî ji vê yekê ew e ku zextê li ser çeteyan kêm bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh daxuyanî da ku ew ê di nava çend rojan de dest bi êrîşên li ser herêmên rojhilatê Firatê bikin.

Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê gefên Erdogan û daxuyaniya wî şermezar kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandan li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan hatin lidarxistin.

(bx)

ANHA