Kongreya Star: Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû komployan bidomînin

Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku ew ê li dijî komployên li dijî wan êkoşîna xwe dewam bikin û ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî xwest ku li pêşiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Kongreya Star: Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû komployan bidomînin
13 kanûn, 2018   13:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê gefên dawî yên dewleta Tirkiyeyê de ku gefa êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Firatê dike, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da û ji civaka navneteweyî xwest ku li pêşiya kiryaran bisekinin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi yekdengî, dengê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dibe û gefên Tirkiyeyê li ser herêmên me şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk ew e ku DAIŞ`ê xilas bike ku di cihê dawîn li Hecînê de ketiye çemberê.  

Ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk dest bi şerê jiyana azad ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê kir. Tirkiyê bi her awayî û bi şandina terorîstên xwe û piştgiriya wan di aliyê lojîstîk de dike û dermankirina wan li Tirkiyeyê û perwerdekirina çeteyan da ku fitneyê bixe nava civakan, her wiha gihaşt asta ku balafirên xwe li Efrînê bi kar bîne, bi her awayî piştgiriya komên terorîst kir û yekîneyên taybet ji artêşa xwe şandin Efrînê. Rewşa ku gelê me yê Efrînê yên ku di Efrînê de ne, rojane rastî revandin û kuştinê tên, ev hemû ji bêdengiya navneteweyî tê.

Wek Kongreya Star em van gefan bi tundî şermezar dikin û dengê xwe ji civaka navneteweyî re bilind dikin ku bi erka xwe rabe û ji hemû gelê Sûriyê dixwazin li hemberî gefên ku rastî herêmên Sûriyê tê, dengê xwe bilind bikin.

Wek Kongreya Star em teqez dikin ku em ê heta dawiyê tekoşîna xwe dewam bikin û bi îradeya jinên azad ku têkoşîn bi rê ve bir û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî, hemû komployan pûç bikin. Em bang li hemû pêkhateyên li herêmê dikin ku beşdarî hemû çalakiyan bibin û gefên Tirkiyeyê şermezar bikin."

(jo)

ANHA