Foza Yûsif: Dewleta Tirk hewl dide Sûriyê parçe bike

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif teqez kir ku dewleta Tirk naxwaze teror li Sûriyê tune bibe û aloziya Sûriyê çareser bibe lê belê armanca wê ew e ku alozî kûrtir bibe û temenê çeteyên DAIŞ`ê dirêj bibe.

Foza Yûsif: Dewleta Tirk hewl dide Sûriyê parçe bike
13 kanûn, 2018   13:14

KELSÛMA EL-ELÎ / QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di civîna salane ya Meclisa Kantona Qamişlo de axivî. Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a girêdayî navçeya Girkê Legê bi armanca nirxandina kar û xebatên meclisê yên salekê tê lidarxistin.

Hevserokên meclisên kanton, herêm, navçe û bajarokên kantona Qamişlo tev li civînê bûne.

Di civînê de hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif li ser rewşa herêmê, Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Foza Yûsif destnîşan kir ku ji ber nebûna îradeya gel û desthilatdariya sîstemên qewmî û desthilatdar li herêma Rojhilata Navîn alozî heye û ji ber wê sedsala 20`an li herêmê bûye sedsala şer.

Foza Yûsif destnîşan kir ku di nava çend salan de gelek pêşketinên girîng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê xurtkirina demokrasiyê û îradeya gelan di rêvebirina karûbarên wan de çêbûn.

Foza Yûsif wiha axivî: "Cara yekemîn di dîroka herêmê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya xwe ya azad dûrî destwerdanên derve nêrînên xwe diyar kirin. Sala derbasbûyî hilbijartinên demokratîk hatin lidarxistin.Tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrebeyeke cuda ye. Li şûna sîstemên desthilatdar ên heyî bûye mînak. Ji ber hêzên paşverû ne razî ne. Hêzên ku baweriya wan bi îradeya gelan nayê vê mînakê xetereyê li ser xwe dibînin. Sîstema demokratîk a li herêmên me red dike. Hewl dide sîstemeke merkezî û desthilatdar ava bike û li ser pêşeroja herêmê ferz bike."

Foza Yûsif her wiha destnîşan kir ku hêzên siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin bi şêwazên aştiyane aloziya Sûriyê çareser bikin û diyar kir ku ew naxwazin tu pirsgirêk bi şêwazên leşkerî çareser bikin, pêwîstiya wan her tim bi çareseriyên aştiyane û demokratîk heye lê hêzên paşverû Tirkiyê, Îran û rêjîma Sûriyê naxwazin pirsgirêkan çareser bikin. Her tim dixwazin komkujiyan pêk bînin, nasnameyên din binpê bikin û sîstemên ne demokratîk ava bikin.

Foza Yûsif der barê gefên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha anî ziman: "Sala 2018`an ji mijarên ku em ji bo wê xebitîn ku aramî û ewlehî li Sûriyê pêk were û çeteyên DAIŞ`ê tune bibin. Lê dewleta Tirk a dagirker û Rûsya ev yek xetere li ser xwe dîtin. Ji bo ku me bikişînin nava şer êrîşî Efrînê kirin. Armanca me ew e ku tecrûbeya Bakurê Sûriyê bibe mînaka çareseriya aloziya Sûriyê."

Foza Yûsif destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku Sûriyê parçe bike, aloziya Sûriyê çareser nebe û hewl dide Sûriyê parçe bike.

(bx)

ANHA