Mijarên ku rojnameyên erebî behs kirine ev in

Rojnameyên erebî îro behsa lihevkirineke nû ya Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyê kir, bi vê yekê wê Enqere dev ji Xan Şêxûn û Meret El-Numan berde li hemberî destûrdayîna êrîşa li dijî rojhilatê Firatê. Her wiha rojnameyan behsa danûstandinên Yemenê yên li Siwêda kir.

Mijarên ku rojnameyên erebî behs kirine ev in
13 kanûn, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Erdogan îşaret bi operasyoneke leşkerî li dijî Kurdan li Rojhilatê Firatê dike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê Tirkiyeyê Erdogan roja çarşemê ragihand ku wê di van rojan de operasyoneke nû li Sûriyê li dijî Kurdan ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têne destekkirin, dest pê bike. Piştî ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand wan noqteyên çavdêriyê li Bakurê Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re ava kirin, Erdogan daxuyanî da. Ev yek jî wek gava rêgirtina li hember operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî hevkarên xwe Kurdan, hate dîtin.”

Analîzvanan ji rojnameyê re wiha diyar kir: ”DYA`yê destûr nade ku Tirkiyê li hevkarê xwe yê pêbawer bixe, ji ber ku ev tê wateya bidawîkirina kaxezên DYA`yê di hundirê Sûriyê de bi dawî bibin. Ev operasyon dibe ku DYA û Tirkiyeyê yên endamên NATO`yê ne, bîne pêşberî hev.”

Şerq El-Ewsat: Lihevkirina sêyemîn a Rûsya-Tirkiyeyê: Başûrê Idlibê li beramberî bakurê Reqayê!

Bi heman armancê, rojnameya Şerq El-Ewsat behsa lihevkirineke nû ya Rûsya û Tirkiyê kir û wiha nivîsand: “Moskov di pêkanîna peymana Soçiyê ya taybet bi Idlibê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ne razî ye. Enqere jî di pêkanîna nexşerêya taybet ji bo Minbicê de ji aliyê Washington ve, ne razî ye. Gelo bi vê yekê dê Tirkiyê derbasî herêmên Bakurê Sûriyê, li beramberî derbasbûna hikumeta Sûriyê ji herêmên başûrê Idlibê, bibe?

Rojnameyê anî ziman ku li gorî daneyan ger artêşa Tirk derbasî Bakurê Sûriyê bibe û Amerîka tengav bike, wê Moskov razî be. Ji aliyekî din ve jî wê Îran ku alîgirên xwe li başûrê Firatê kom dike, razî be.

Rojnameyê pirs kir gelo wê di betlaneya sersalê de, du operasyonên leşkerî pêk werin: Yek, êrîşa Enqereyê ber bi Serêkaniyê ya Bakurê Sûriyê ve, ya duyemîn jî êrîşa Şamê ber bi Xan Şêxûn û Meret El-Numan a li başûrê Idlibê?”

El-Ereb: Tevî hêviyên Basîl, li hemberî avakirina hikumeta Lubnanê du astengî hene

Têkildarî mijara Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê ragihand ku heta niha du astengî li pêşiya avakirina hikumeta Lubnanê hene, tevî hêviyên wezîrê karên derve yê Hikumeta Serbixwe ya Cîbran Basîl.”

Şerq El-Ewsat: Dosyayên balafirgeha Senayê û niftê ber bi çareseriyê ve diçin

Têkildarî mijara Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Çavkaniyên ku danûstanên Yemenê yên li Siwêdê dişopînin, ragihand ku şandeya hikumetê û Hûsiyan hindik maye ku dosyayên balafirgeha Sena û niftê çareser bikin.”

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewsat wiha lê zêde kir: “Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ezmûna baweriyê di biloka partiya xwe di meclisa giştî de derbas kir. Ji bingeha 200 parlemanî, 117`an deng li dijî wê bi kar anîn.”