Partiya Yekitiya Suryan: Divê hemû gelên Sûriyê li dijî gefên Tirkiyeyê bisekinin

Partiya Yekitiya Suryan bang li Koalîsyona Navdewletî û hemû gelên Sûriyê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker kaxeza çeteyan bi kar tîne da ku Sûriyê parçe bike û ewlehî û aramiya herêmên Bakurê Sûriyê tevlihev bike.

Partiya Yekitiya Suryan: Divê hemû gelên Sûriyê li dijî gefên Tirkiyeyê bisekinin
13 kanûn, 2018   10:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryan der barê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê ev tişt hate gotin:

"Serokkomarê Tirkiyeyê bi hinceta ku şervanên QSD`ê metirsiyan li ser Tirkiyeyê çêdikin û di dema ku QSD`ê ji destpêkê ve parastina xwe dike û li dijî rêxistinên terorîst li Sûriyê şer dike û tu metirsî li ser dewletên cîran çênekirine, her wiha di dema ku şervanên QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li dijî rêxistina DAIŞ`ê li herêma rojhilatê Firatê şer dike da ku çeteyên DAIŞ`ê tune bikin, Eroganê faşîst gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Li beramberî hemû pêşketinên xeternak ku aramî û ewlehiya herêma Sûriyê tehdît dike, em wek Partiya Yekitiya Suryan gefên serokkomarê Tirkiyeyê yên dagirkeriyê û destekdayîna wî ji hêzên leşkerî yên terorîst mîna yên li Bab, Cerablus, Ezaz û Efrînê ku kiryarên hovane li dijî gelê Sûriyê şermezar dikin.

Em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku li dijî dagirkerî û projeya Tirkiyeyê ku dixwaze xaka Sûriyê parçe bike, bisekinin.

Her wiha em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku erka xwe ya parastina herêma rojhilatê Firatê li dijî hemû gefên leşkerî ku dê bi xwe karesetan bîne, pêk bîne. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku di zûtirîn demê de aştiyê li Sûriyê pêk bîne da ku aramî û ewlehiya herêmê mîsoger bike û çareseriyeke siyasî ku dê sînor ji şer û destwerdanên derve re dayne."

(bx)

ANHA