Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Erdogan dadikeve qadan

Herêm, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwepêşandanên li dijî gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî Bakurê Sûriyê dikin, her wiha da ku bêdengiya navdewletî şermezar bikin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Erdogan dadikeve qadan
13 kanûn, 2018   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh di civîna Sînaya li paytextê Tirkiyeyê Enqereyê diyar kir ku ew ê di nava çend rojan de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bikin. Hemû pêkhateyên Sûriyê, partiyên siyasî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê şermezar dikin.

Di vê çarçoveyê de, ji bo şermezarkirina gefên Erdogan û pêkanîna banga seferberiya giştî ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê dike.

Tê payîn ku gelê herêma Qamişlo, Girê Spî, Kobanê, Girkê Legê û Serêkaniyê di navbera saet 13:00 û 15:00`an de dest bi xwepêşandanan bikin.

Her wiha hate zanîn Meclisa Sivîl a Tebqayê, Rêveberiya Jinan û Tevgera Ciwanan dê daxuyaniyan bidin.

(bx)

ANHA