Hemîd El-Ebid: Em nahêlin kes hevgirtina civakî têk bibe

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku armancên gefên Tirkiyeyê ku zexta li ser çeteyên DAIŞ`ê kêm bike û hevgirtina civakî têk bibe û wiha got: "Em nahêlin Erdogan û hikumeta wî derbeyê li hevgirtina civakî bixe."

Hemîd El-Ebid: Em nahêlin kes hevgirtina civakî têk bibe
13 kanûn, 2018   10:02

MIHEMED EL-EHMED – IBRAHÎM EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid teqez kir ku ew nahêlin Tirkiye derbeyê li hevgirtina civakî li herêmê bixe û da zanîn ku ew ê li hemberî planên Tirkiyeyê bibin yek.

Duh serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ew ê çalakiyeke leşkerî dest pê bikin ku herêmên nû li Rojhilatê Firatê dagir bikin.

Hemîd El-Ebid da zanîn ku dema ku nefes li çeteyên DAIŞ`ê teng dibe, Erdogan ji bo zexta li ser çeteyan kêm bike, gefan li herêmên Bakurê Sûriyê dixe. El-Ebid wiha got: "Beriya demekê Erdogan gef li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî xwarin, gefên wî ji bo herêmên Ereban in û seferberî li herêmên Bakurê Sûriyê ragihand. Em nahêlin Erdogan hevgirtina civakî li herêmê têk bibe."

El-Ebid destnîşan kir ku jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyê de xweşiya Erdogan nayê û wiha pê de çû: "Li hemberî bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Sûriyê li hemberî van gefan em matmayî ne, ji ber armanca wê dagirkeriyê ew e ku hin herêmên Sûriyê tev li Tirkiyeyê bike."

El-Ebid teqez kir ku ew ji gefên Tirkiyeyê natirsin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ev ax axa me ye û axa bav û kalên me ye û axa Sûriyê ye, em nahêlin kes axa me dagir bike."

(jo)

ANHA