Mamosteyên Til Hemîsê: Felsefeya Ocalan dîwarên girtîgehê derbas kirin

Mamosteyên navçeya Til Hemîsê tekez kir ku felsefeya Ocalan civak ber bi demokrasiyê û azadiyê ve biriye û felsefeya wî dîwarên girtîgehê derbas kirine.

Mamosteyên Til Hemîsê: Felsefeya Ocalan dîwarên girtîgehê derbas kirin
13 kanûn, 2018   07:11

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zêdetirî 2 salan ve ferz dike û hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike. Têkildarî mijarê, mamosteyên navçeya Til Hemîsê tecrîda li ser Ocalan  şermezar kir û da zanîn ku fikrên Ocalan di nav wan de zindî ne.

Mamosteyê bi navê Mecd El-Melalî yê ji gundê El-Hebîs, destwerdana Tirkiyeyê û dagirkirina xaka Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Em ê li ber xwe bidin. Em bang li rêxistinên mirovî û saziyên navdewletî dikin ku li rex gelê herêmê li hember êrîşan bisekinin.”

El-Melalî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye, niha li Bakurê Sûriyê tê pêkanîn.

Ji aliyê xwe ve mamosteyê bi navê Newaf El-Hesen ê ji gundê Ebû Kubra tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir û destnîşan kir ku Tirkiye îdia dike ku ew dewleteke demokratîk û azad e, lê di heman demê de rêberekî mîna Ocalan digire.

Her wiha El-Hesen bi lêv kir ku fikrên Ocalan di herêmê de zindî ne û jê sûd tê wergirtin. El-Hesen diyar kir ku bi saya fikrên Ocalan herêm di nav ewlehî û aştiyê de ye û bi saya felsefeya wî piraniya xaka herêmê ji terora DAIŞ'ê rizgar bû û jinan azadiya xwe bi dest xist.

Girêdayî heman mijarê mamosteyê bi navê Mihemed El-Elo yê ji gundê Mişêrfê El-Cerah siyaseta çewisandinê ku dewleta Tirk di doza Ocalan de dimeşîne, şermezar kir û wiha got: "Felsefeya Ocalan civak ber bi demokrasiyê û azadiyê bi pêş dixe û nakokiyên neteweyî ku ajandeyên derve hewl didin di navbera pêkhateyan de biçînin, bi saya ramanên Ocalan têk çûn. Ocalan di nav gelên herêmê de biratiya gelan çand û gel di yek xendekê de bi her ve şer kirin û bihêztirîn komên terorîst mîna DAIŞ'ê qewirandin. Her wiha felsefeya Ocalan dîwarên girtîgehê derbas kirin.”

(şx)

ANHA