TEV-DEM`ê Cejna Êzî pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya Cejna Êzî li civaka Êzidî û hemû civak û gelên herêmê pîroz kir. Her wiha bang li hemû xêrxwaz û demokrasîxwazan kir ku yekitiya xwe li ser esasê pîvanê biratiya gelan ava bikin.

TEV-DEM`ê Cejna Êzî pîroz kir
13 kanûn, 2018   08:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Rojiya Êzî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya ku dikeve 14`ê Kanûnê, em li civaka Êzidî û tevahî gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna aştî û xêrê da ku hemû gelên cîhanê bi aramî û aştî bijîn.

Di nava rewşeke siyasî, herêmî û navdewletî de ku tijî şerê li dijî terorê ye, her wiha qirkirina etnîk li dijî civaka Êzidî û gelê Kurdistanê bi tevahî pêk tê. Em vê cejnê pêşwazî dikin da ku bibe wesîleya çareserî û jiyana hevbeş di navbera gel, ol û mezheban de. Tevî ku civaka Êzidî rastî komkujiyên qirkirinê hat, lê cewherê vê cejnê bi girêdanên di navbera xwezayî û jiyanê de dimîne.

Em wek TEV-DEM bi hemû hêza xwe ya fikrî, civakî û jiyana hevbeş di navbera çandên herêmê de, hewl didin doz û pirsgirêkên ku di nava dîrokê de ji ber polîtîkayên şaş ji aliyê dewletên şovenîst û faşîst ve li herêmê derketin ku civakên me parçe kirin, çareser bikin.

Bi vê boneyê em civak û gelên herêmê pîroz dikin. Em bang li demokrasîxwazan dikin ku yekitiya xwe li ser esasê pîvanê biratiya gelan ava bikin. Civakên xwe yên azad li ser esasê wekheviya di maf û erkan de di çarçoveya sîstema demokratîk û saziyên civakî yên azad de ava bikin.

Em vê yekê ji xwe re wek zemîn dibînin da ku em teqez bikin ku dê Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyeyê, çeteyên wê û komên wê yên çekdar rizgar bibe. Tevî ku civaka Êzidî bi darê zorê neçarî koçberiyê bû û xwe li herêmên Şehbayê bi cih kir, lê rê û resmên xwe bi îradaya xwe pêk tînin. Kesên ku di Efrînê de mane ji mafê xwe yê herî biçûk mehrûm mane. Dewleta Tirk a dagirker baweriyên ku ji yên wan cuda ne, li ser wan ferz dike. Ev yek jî tê wateya fermaneke nû ya qirkirina çandî û dîrokî li dijî Êzidiyan û li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.

Careke din em civaka Êzidî bi boneya Cejna Rojiya Êzî pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku bi xwe re aştiyê bi rêya diyalogên demokratîk bîne ku dagirkerî û şer bi dawî bibe. Em bi hêvî ne ku êdî xwîn bes birije. Kesên bêsûc bes werin qetilkirin da ku civak û hemû gel bi çand û kevneşop û adetên xwe bi aştî û aramî bijî."

(bx)

ANHA