ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.12.2018
12 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Li bajarê Hesekê cenazeyên şehîdên têkoşîna azadiyê li goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê têne veşartin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) têkoşer Sarya Oguz ku beriya 4 salan di berxwedana Kobanê de şehîd bibû bi daxuyaniyekî bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dêrikê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dirêkê ji malbata gerîlaya YJA-Star Ronak Edalet re sersaxiyê dixwazin. LI Girkê Legê jî ji bo malbata şehîd Şêx Îbrahîm El-Zahir ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû sersaxî tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de gelek çîrokên revandina jin, zarok û heta temenmezinan hene. Çeteyan di hunera isbatkirina tewanê li ser sivîlan de bûne hoste û bermaberî serbestberdana sivîlan fidyayan bi lîreyên Tirkiyê dixwazin. Ev çîrok ji bilî kesên ku xwe ji tartiya wan girtîgehan xlisa kirine nizan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Girê Spî ji bo nirxandina xebatên meclisê yê salekê civînekê li dar dixe.

 

POLÎTKA

- Hiqûqnasê Sûrî Cibraîl Mistefa got ji bilî danûstandina Sûrî-Sûrî aloziya Sûriyê çareser ne mumkin e. Her wiha destnîşan kir ku civînên li derve li dar dikevin mîna Soçî û Astanayê wê tenê rijandina xwîna gelê Sûriyê bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Mala Êzidî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi rasthatina rojiya Êzî û cejnê kurdên Êzidî pîroz kirin. Her wiha berdewamkirina pêkanîna ayînên ola Êzidî ruxmî binpêkirinên ku bi armanca qirkirina çand û dîroka rastî wan tên, tekez kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Cemîle mînaka dayika Efrînê ya berxwedêr û dilfireh e. Li herêma ku herî zêde rastî êrîşên balafirên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Kantona Efrînê hatin li berxwe dide û mala xwe vedgerîne cihê dermankirina şervanên YPG û YPJ'ê û wan bi moralek bilind pêşwazî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Tevgera Çand û Huner ya bajaroka Qeremanî ya Dirbêsiyê bi merasîmekê tê vekirin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Serêkaniyê bang li şêniyên Serêkaniyê kir ku dema di malên we de qelîştek li dîwarên we çêbûn xeberê bidin şaredariyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajarokê El-Cirn yê girêdayî Kantona Girê Spî di 3 mehan de bi derfetên kêm gelek proje pêk aniye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bakurê gundewarê Reqayê ji ber nebaşiya rêyên sereke bi gilî û gazinc in. Li ser wê şêniyan bang li şaredariyê kirin ku tedbîrên pêwîst bigirin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê diyar kir ku sedema derengmayîna sererastkirina rêyan rewşa hawayê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li her kampek ji kampên Bakurê Sûriyeyê çîrokên zarokên bê perwerde hene, lê derdê wan ne perwerde ye, mebesta wan tenê ew bû ku ji rewşên şer xilas bibin û xwe bighînin cihên bi ewle, yek ji mînakên van kampan kampa El-Cerbû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA