Rêwîtiyek di girtîgehên çeteyan de û tewanên bê bext!

Di girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de gelek çîrokên revandina jin, zarok û kesên temen mezin hene. Çeteyan di hunera isbatkirina tewanên li dijî sivîlan de bûne hoste û bermaberî serbestberdana sivîlan fidyayan pereyên Tirkiyê dixwazin. Ev çîrok ji bilî kesên ku xwe ji tartiya wan girtîgehan xilas kirine ti kesên din nizan in.

Rêwîtiyek di girtîgehên çeteyan de û tewanên bê bext!
12 kanûn, 2018   05:20

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Duh jî me çîroka ciwanê bi navê E.M.B ê ku li gel çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatibû girtin weşandibû. E.M.B deteyên girtinê û sirê kaxeza 'Serbetberdanê' ya ku çeteyan bi rêya wê sivîkên ku di bin êşkencekirinê de dikuştin vedişartin. E.M.B îro jî bûyerên hovane ji revandina jin, zarok û heta temen mezinan parve dike.

E.M.B ji ber metirsiya li ser malbata xwe ya ku li Babê dimîne nexwest navê xwe eşkere bike. E.M.B ev du sal in ango piştî rizgarkirina Minibicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin dimîne.

Di girtîgehên çeteyan de zarok û çîrokên tewanên ne rast!

E.M.B çîrokên girtîgehê ji me re parve dike. E.M.B destnîşan kir ku çeteyan dibistan veguhestine girtîgehan, di nav kesên ku hatine revandinê û girtin zarokên ku temenê wan 16 sal derbas nedikir hebûn. E.M.B anî ziman ku  li girtîgeha Babê li hember mehcea mêran avahiyek cuda heye û jin lê tên girtin û xuya kir ku ewqas dengê pitikan bilinid dibû, gelek caran dengê pitikan digihaşt wan.

Di berdewama axaftinên xwe de E.M.B çîroka ciwanekî bi navê Seîd El-Hemdan El-Seîd ê ji bajarê Minbicê vegot. E.M.B got temenê Seîd 19 salî ye, dema diçû Ezazê ji bo ku parçeyên guhertinê yên erebeyan bîne, çeteyan ew revandine û bi tewana danûstandina bi QSD'ê û Meclisa Leşkerî ya Minlicê re ew girtine.

E.M.B di vegotina çîroka ciwanê bi navê Seîd de ev tişt anî ziman: "Dema Seîd anîn mehcea me di nav xwînê de mabû. Çeteyan dîmenên îşkencekirina Seîd bi vîdyo qeyd kirin û tê de weke fidya 25 hezar dolarên Amreîkî ji malbata Seîd xwestin û eger pere di demekê de negihêje wan gefa kuştinê li Seîd xwarin."

E.M.B di dawiyê teqez kir ku hejmara girtiyan pir in û bi bîr xist ku çeteyekî bi eslê xwe ji Minbicê ye li gel wan hatibû girtin û destnîşan kir ku hemû girtî çete, sivîl û heta zarok jî di girtîgehekê de dimînin.

(şx)

ANHA