‘Danûstandina Sûrî-Sûrî bingeha çareseriya aloziya Sûriyê ye’

Hiqûqnasê Sûrî Cibraîl Mistefa got ji bilî danûstandina Sûrî-Sûrî aloziya Sûriyê çareser nabe. Her wiha destnîşan kir ku civînên li derve li dar dikevin mîna Soçî û Astanayê wê tenê rijandina xwîna gelê Sûriyê bidomînin.

‘Danûstandina Sûrî-Sûrî bingeha çareseriya aloziya Sûriyê ye’
12 kanûn, 2018   06:55

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de hiqûqnasê Sûrî Cibraîl Mistefa diyar kir ku danûstandina Sûrî- Sûrî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê rêya herî guncaw e û got ev diyalog danûstandineke neteweyî ye.

Cibraîl Mistefa tev li Danûstandinên Sûrî-Sûrî bûbû û di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ji bilî danûstandina Sûrî-Sûrî tu rêya çareseriya aloziya Sûriyê tune ye. Mudaxeleyên derve di salên dawîn de û bi taybet civînên Soçî û Astanayê ji bilî wêrankirinê û kuştinê ji gelê Sûriyê re tu tişt neanîn."

Di berdewama gotinên  xwe de Mistefa tekez kir ku ew di azarên gelê xwe gihaştine, ji lew re eger bicivin dê ji bo çareseriyê li hev bikin û ev tişt tenê bi rêya danûstandina neteweyî pêkan e.

Her wiha Mistefa bi bîr xist ku wê danûstandinên din di pêşerojê de hebin û ev tişt anî ziman: "Di demeke nêz de dê reşpelika destûra Sûriyê ya nû were pêşkêşkirin, ji ber ku ya berê xizmeta gelê Sûriyê nake. Piraniya beşdarên danûstandina Sûrî-Sûrî li ser reşpelika peymana civakî û çareseriya aloziya Sûriyê li hev kiriye."

Di dawiyê de Cibraîl Mistefa tekez kir ku li Sûriyê gel li hember dagirkeriya Osmanî û Fransî li ber xwe daye, lê di destûran de ji jiyana siyasî û aborî û heta civakî hatiye dûrxistin. Ev jî îsbat dike ku divê destûr nûnertiya vîna gel bikin.

(şx)

ANHA