Li Başûrê Kurdisatanê binpêkirinên mafan di  asta jor de ye

Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafan zêde dibin. Di nava 10 mehan de nêzî 10 hezar carî mafên mirovan hatine binpêkirin.

Li Başûrê Kurdisatanê binpêkirinên mafan di  asta jor de ye
10 kanûn, 2018   09:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe binpêkirina mafên mirovan zêde dibe.

Li Başûrê Kurdistanê ji hêla malbat, civak û desthilatdariyê ve mafên jinan tên binpêkirin. 29’ê Mijdara 2018’an li Silêmaniyê li dijî Navenda Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê êrîş pêk hat.

Di nava 10 mehan de li Başûrê Welêt 104 jin hatin kuştin, an jî rê ber xwekuştina wan hat vekirin. Di heman demê de 224 bûyerên xweşewitandinê pêk hatin. Bi serlêdanên jinan 8 hezar 141 doz hatin vekirin.

Di şerê navxweyî de bi hezaran kes neçar man ku ji Sûriyeyê koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Her wiha piştî ku li Iraqê jî êrîş zêde bûn gelek kesî berê xwe da herêma Kurdistanê. Lê belê yê ku herî zêde bi şert û mercên jiyanê re rû bi rû dimînin zarok in. Zarok hêj di temenê biçûk de tên xebitandin û bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû tên hiştin. Li gorî anketeke Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê tenê sala 2018’an li Silêmaniyê 384 zarok tên xebitandin.

96 ji sedî yên zarokên tên xebitandin, ew zarok in ku malbatên wan neçarî koçberiyê bûne.

Di hilbijartinên dawî yên parlamenta Iraqê de 6 endamên Partiya Karkerên Komînîst ji ber ku poster daliqandibûn li Silêmaniyê hatin girtin.

Herî dawî di hilbijartinên parlamentê yên Başûrê Kurdistanê ku 30’ê Îlona 2018’an de pêk hatibû Tevgera Azadî bi astengkirinan re rû bi rû mabû. Hikumeta Başûrê Kurdistanê destûr nedabû ku Tevgera Azadî tevlî hilbijartinan bibe. Ligel ku Tevgera Azadî ji hêla destûra bingehîn a Iraqê ve hatiye qebûlkirin û partiyeke fermî ye jî hate astengkirin. Lê belê Tevgera Azadî 12’ê Gulana 2018’an tevlî hilbijartinên parlamenta Iraqê bû.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê biryar da ku partiyên fermiyeta wan tune ye bigire. Lê belê ligel ku fermiyeta Tevgeta Azadî li ba hikumeta Iraqê heye jî, hikumeta Başûrê Kurdistanê bersiv nedabû serlêdanên Tevgera Azadî û navendên wê bi awayekî derqanûnî girtin.

Dema dawî gelek rojnamevan li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin. Hikumetê kujerên rojnamevanan negirtin û dernexistin pêşberî dadgehan û di derbarê wan lêpirsîn jî venekir.

Li gorî daneyên Navenda Parastina Mafên Rojnamevanan (Metro) ji destpêka 2018’an heta niha 250 binpêkirinên mafan li hemberî ronjnamevanan pêk hatine.