Mijarên îro yên rojnameyên erebî ev in

Rojnameyên erebî yên îro behsa metirsiya Rûsyayê ji tevgera Îsraîlê li Sûriyê, diyalogên Yemenê li Siwêdê û çalakiyên li Fransayê kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî ev in
10 kanûn, 2018   09:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser rewşa Sûriyê li gelek mijaran hûr bûn. Ji wan tevgera Îsraîlê û metirsiyên Rûsyayê. Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb wiha got: "Operasyona “Diri El-Şemal“ ku ji aliyê Îsraîlê ve li ser sînorê Lubnanê hate destpêkirin, metirsyan li gel Rûsyayê çêdike ku di navbera Îsraîl û Hizbullahê de şer derkeve û ev yek jî bêguman dê bandorê li rewşa Sûriyê bike."

Şerq El-Ewsat: Îsraîl li ser eniyeke herêmî ya çaralî diaxive

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat li ser zimanê çavkaniyên Îsraîlê duh diyar kir ku ji bo hevdîtineke çaralî di navbera Îsraîl, Amerîka, Yewnanistan û Qibrisê de di nava çend mehên pêş de were lidarxistin. Armanca wan avakirina "Eniyeke herêmî" li dijî eniya Rûsî – Tirkî li herêmê û bi taybet li Sûriyê. Tê payîn ku serokên her sê dewletan û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Michael Pompeo tev li eniya herêmî ya çaralî bibe. Armanca wan ku destekê bidin Amerîkayê da ku têkiliyên xwe bi Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê re xurt bikin.

El-Heyat: Neteweyên Yekbûyê bi rêya Urdunê alîkariyê ji gelê Sûriyê re dişîne

Ji aliyekî din ve rojnameya El-Heyat wiha got: “Neteweyên Yekbûyî (NY) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi rêya korîdora Cabir Nesîb a di navbera sînorê Ûrdun û Sûriyê de ku 15`ê Mijdara derbasbûyî ji nû ve hate vekirin, alîkariyên mirovahî ji nêzî 650 hezar koçberên Sûriyê re bişîne. Her wiha di daxuyaniya buroya NY`yê ya karûbarên mirovahî hate diyarkirin ku "Alîkariyên taybet dê carekê werin wergirtin. Armanca wê ew e ku jiyana bi sed hezaran koçberên Sûriyê were rizgarkirin."

Her wiha rojnameyê diyar kir ku nêzî 369 kamyonên ku milyon û hezar û 200 alîkariyên mirovî Ii ser wan e, dê alîkariyê bidin 650 hezar kesî. Tê payîn ku dê belavkirina alîkariyê bi rêya korîdora Cabir Nesîb 4 hefteyan dewam bike." Her wiha destnîşan kir ku alîkariyên ku dê werin belavkirin, têra mehekê dikin.

Şerq El-Ewsat: Çolistana El-Sexne qada şerê di navbera Îran, rêjîma Sûriyê û DAIŞ`ê ye

Der barê rewşa meydanî ya Sûriyê rojnameye El-Şerq El-Ewsat got:"Duh di navbera çeteyên DAIŞ`ê, rêjîma Sûriyê, hêzên Îranê û alîgirên wê de li Çolistana El-Sexne ya aliyê rojhilatê gundewarên Humsê şer derket. Her wiha herêm ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hate topbarankirin. Li eniyên şer ên çolistana rojhilatê El-Sexne heta sînorê çolistana parêzgeha Dêrazorê yên nêzî bargeha Koalîsyona Navdewletî li herêma El-Tenef şer derket."

El-Ereb: El-Seder ji tirsa kuştinê re navenda xwe baş diparêze

Têkildarî mijara Iraqê, rojnameya El-Ereb got:”Muqdete El-Seder ku li herêma El-Henane ya bajarê El-Niceyif ku xwe li gel Şiyan wekî cihekî pîroz tê dîtin, li derdora navenda xwe zêrevan zêde kirine. Ev gav jî, piştî ku aloziya siyasî bi hevkarên Îranê li perlemntoya Iraqê de derket, pêk hat.”

Yemen

Têkildarî mijara Yemenê jî, rojnameya Şeriq El-Ewsat wiha diyar kir: “Danûstandinên Yemenê ku li qesra Johannesburg a bakurê paytexta Siwêdê Stockholmê duh di navbera tîma hikumetê û nûnerên Hûsiyan de ji bo doza dîlgirtinan hate lidarxistin, bi awayekî pozîtîv hate binavkirin.”

Lubnan

Her wiha têkildarî mijara Lubnanê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî yê ku ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin, ji bo bernamzetê sunnî yê girêdayî Hizbullahê qebûl bike, rastî zextan tê. Wezîrê hundirîn û şaredariyan û yek ji rêveberên Teyar El-Musteqbel Nîhad El-Meşnûq jî destnîşan kir ku tevî hemû zextan, El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê gavê bi paş de naavêje.”

Filistîn

Têkildarî mijara Filistînê jî, rojnameya Şeriq El-Ewsat wiha got: "Serokê Filistînê Mehmûd Ebas teqez kir ku ew ê Meclisa Qanûnsaz a Filistînê di demeke nêz de ji holê rake.”

Xwepêşandanên Êlekzeran

Têkildarî mijara Fransayê jî rojnameya El-Ereb manşetek xwe wiha bi nav kir: “Fransa rola Rûsyayê ya muhtemel di çalakiyên tevgera Êlekzeran  li Fransayê de dişopîne.”

(ekîb)