Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan

Tevgera Çand û Hunerê hewl dide bi rêya xebatên xwe giyanê hunerî di nav nifşên nû de ava bike ku bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê bi bandor bûne û bi vê mebestê bi armanca kişfkirin û pêşxistina şarezahiyên zarokan ên hunerî hefteyê du roj ji bo perwerdekirina zarokan diyar kirin.  

Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
Rojên batlaneyê kirine jêdera pêşxistina şarezahiyên zarokan
10 kanûn, 2018   09:55

TOLÎN HESEN – SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Li gel berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk roleke sereke ji bo vegerandina giyanê hunerî di nav zarokên Efrînê de lîstiye û rê li pêşberî wan vekiriye. Tevgerê hefteyê du rojan ji bo hînkirina zarokan warên cuda yên hunerî ji govend, stran, şano, lêdana amûrên muzîkê û wênesaziyê diyar kirine û dewreyan di nav kon û malan de li gund û navçeyên kantonê dimeşîne.

Komîteyên tevgerê li gundê Ûm El-Hoş û navçeya Ehrezê 116 zarok ji hemû temenan hembêz dike. Zarok perwerdeyên xwe di rojên În û Şemiyê de dibînin, ji ber ku piraniya rojên din diçin dibistanê.

Li gel hindek zarokan zêdetirî şarezayiyekê heye, komîte rê ji wan re vedike û zarok di heman demê de tev li komên govend û stranan dibin.

Girêdayî mijarê zarokê bi navê Hesen Nasêr ê 12 salî ku di koma stranan de ya navçeya Ehrezê ye, wiha got: "Ji ber hezkirina me ji hunerê re, em çanda xwe fêr dibin. Exlaq tê wateya çand û hunerê, ji lew re divê em xwe bi pêş bixin."

Ji aliyê xwe ve berpirsa Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Ehrezê Sara Mistefa destnîşan kir ku dema şêniyên Efrînê di encama êrîşan de naçar man ji warên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, tevgerê ji bo ku rewşa şer bandorê li zarokan neke û çanda xwe ji bîr nekin, destpêkê komîte li gund û navçeyên Şehbayê ava kirin.

Ji 3 mehan ve Komîteya Çand û Hunerê ya Ûm El-Hoş ruxmî derfetên kêm dixebite. Gelek xwendekar tev li xebatên komîteyê dibin. Heta niha 66 endamên komîteyê ji zarok û mezinan hene. Her çi qas hejmara endaman pir bibe, komên nû tên avakirin. Piraniya endamên komîteyê ya Ûm El-Hoş ji wênesaziyê hez dikin. Tevî xebatên hunerî li navenda komîteyê waneyên zimanê kurdî tên dayîn. 

Ji aliyê xwe zaroka bi navê Zîlan Birîm endama 'Koma Serdem' a gundê Ûm El-Hoş diyar kir ku di rojê de 2 saetan perwerdeyên xwe dibînin û wiha domand: "Em hewl didin bi hev re li ser stranan bixebitin û bi vê rêbazê em ji dijminan re vîna xwe ya xurt xuya dikin ku her çi qas hewl bidin me biçewisînin, lê wê nikaribin. Em ê çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin û dê kesek nikaribe me asteng bike."

Zîlan destnîşan kir ku ji bo vejandina navê 'Berxwedana Serdemê' li her derê wan navê 'Serdem' li koma xwe kiriye.

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Tevgera Çand û Hunerê Xedîce Xelîl tekez kir ku armanca wan ji vekirina navendê ew e ku alîkariya nifşên nû bikin da ku şerê taybet derbas bikin û bi taybet ciwanan. Her wiha ji bo piştgiriya derûniya wan bikin ku di encama derketina ji Efrînê de, rû daye.

(şx)

ANHA