Neteweyên Yekbûyî ji Peymana Mafên Mirovan re li ku derê ye?

Di çarçoveya bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gelê Efrînê de gelek pirs xwe didin pêş. Gelo çima xalên Peymana Mafên Mirovan hatine danîn? Gelo ev peyman tenê li ser kaxezan in an jî di dema pêwîst de û li gorî berjewendiyên navdewletî têne pêkanîn? Gelo çima gelê Kurd ji hemû hevpeymanên navdewletî bê par e?

Neteweyên Yekbûyî ji Peymana Mafên Mirovan re li ku derê ye?
10 kanûn, 2018   09:32

EKREM BEREKET / NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî mafên mirovan her sal gelek roj û cejnên cîhanî têne pîrozkirin, wekî Roja Parastina Mafên zarokan, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Roja Mafên Mirovan.

Roja Mafên Mirovan ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve di 10'ê Kanûna sala 1948'an de li gorî biryara 217 hezar hatiye diyarkirin. Li gorî biryarê hevpeymana cîhanî ya mafên mirovan ku wek belgeyeke dîrokî girîng tê hesibandin û ji hêla nûnerên hiqûqî û çandî ve ji tevahiya cîhanê hate danîn, wek pîvaneke hevpar ku divê hemû gel û netewe wê pêk bînin, hate wesifandin. Li gorî peymanê cara yekemîn mafên mirovan ên bingehîn ku divê werin parastin, têne diyarkirin.

Lê gelek dewletên ku ev peyman mohr kiriye, bendên wê pêk naynin û bi taybet di van çend salên dawîn de. Ji van dewletan yek jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bûye dewleta cîhanê ya herî zêde mafên mirovan binpê dike. Her wiha dewletên din jî yên ku peyman îmze kirine, li hember binpêkirinên hin dewletan der heqê mirov û mirovahiyê de bê deng in, ruxmî ku vê rojê vejînin.

Dewleta Tirk ku beriya sala 2014'an ilmanî îdia dikir, veguheriye dewleteke radîkal a îslamî û tundraw. Piştgiriya komên tundraw li Sûriyê di serî de çeteyên DAIŞ'ê, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam dike, bi armanca têkbirina her projeyeke demokratîk li herêmê. Piştî têkçûna çeteyan di pêkanîna berjewendî û armancên wê li Sûriyê de, Tirkiyeyê yekser mudaxele li Sûriyê kir.

Ji roja ragihandina şoreşa Rojava 19'ê Tîrmehê sala 2012'an ve, Tirkiye hemû gundên ser sînor di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de bi hemû cureyên çekên giran û sivik kirin hedef. Li gorî serjimara ku ajansa me di demên di navbera 1'ê Cotmeha 2015'an û 1'ê Avrêla 2016'an de tevî 25 haletên destavêtinê û bi sedan haletên îşkencekirinê, zêdetirî 382 sivîl li ser sînor bi guleyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Di 24'ê Tebaxa 2016'an de Tirkiye bi rêya şanoyekê ku çeteyên DAIŞ'ê lîstikvanên wê bûn Cerablus, piştre Bab û Ezaz di nav bêdengiya navdewletî de dagir kirin û hovanetirîn komkujî ku gihaştin asta qirkirinê, der heqê gelê herêmê de pêk anîn. Di 20'ê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê, herêma herî ewle û aram li Sûriyê ku zêdetirî 500 hezar koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê hembêz dikirin, kir hedef.

Tirkiye yek ji wan dewletan e ku Peymana Mafên Mirovan a ku Neteweyên Yekbûyî li bajarê Parîsê di sala 1948'an de ragihandiye, mohr kiriye. Di êrîşên xwe de li dijî Efrînê, der heqê sivîlan de  zêdetirî 6 komkujiyên hovane pêk anîn. Di wan komkujiyan de zêdetirî 56 sivîl bûn qurbanî, piraniya wan jî jin û zarok bûn.

Li gorî ku hatiye belgekirin, di meha destpêkê ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li dijî Efrînê ku nûjentirîn çekên giran, balafir, tank, topavêj û heta çekên qedexekirî di êrîşan de bi kar anîne, 232 sivîl, di nav de 35 zarok û 29 jin, hatin kuştin. Her wiha 668 sivîl, di nav de 90 zarok û 100 jin, birîndar bûn. Di meha duyemîn a dagirkirinê de hejmara kuştiyên sivîl 300 derbas kir û zêdetirî hezar û 200 sivîl birîndar bûn. Her wiha ev hejmar di navbera 12 û 18'ê Adarê de zêde bû û gihaşt 550 sivîlan, di nav de 47 zarok û 56 jin û hejmara birîndaran hezar û 500 sivîl derbas kir. Ev binpêkirinên Tirkiyeyê li dijî sivîlên Efrînê digihîje asta sûcê qirkirina mirovahiyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Adarê de derbasî kantona Efrînê bûn. Hejmara kuştiyan 3 qatan zêde bûn. Lê ji ber ku artêşa Tirk a dagirker rê neda dezgehên çapemeniyê derbasî Efrînê bibin, binpêkirinên wê li dijî sivîlan bi rastî nehatin belgekirin.

Bi derbasbûna dagirkeran a bajarê Efrînê re, ew veguherandin girtîgehek û gorekê ji hemû gelê Efrînê re. Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine bidestxistin, artêşa Tirk  ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 2 hezar û 800 sivîl girtine û çaranûsa zêdetirî hezar kesî ne diyar e. Her wiha zêdetirî 119 jin hatine revandin.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker di wir de sînordar nema, lê belê artêşa Tirk zimanê tirkî li gelê Efrînê ferz kiriye, gorên Êzidî û Elewiyan wêran kirine û Êzidî neçarî guhertina ola xwe bi îslamê kirine û her wiha malbatên çeteyan di malên sivîlan de bi cih kirine. Dewleta Tirk bi kirinên xwe hemû bendên Peymana Mafên Mirovan binpê dike.

Di vir de divê hindek xalên Peymana Mafên Mirovan bên bibîrxistin. Ji wan xalan a 2, li gorî vê madeyê; ji mafê her mirovekî ye ku hemû mafên xwe bi azadî pêk bîne, bêyî cudahî li ser bingeha nîjad, reng, cins, ziman, ol, nêrîna siyasî, neteweyî, civakî, dewlemendî, war an jî rewşeke cuda. Her wiha divê cudahî li ser bingeha rewşa siyasî yan jî qanûnî, navdewletî ya her welatekî yan jî herêmekê neyê pêkanîn, her çi qas serbixwe be yan jî  di bin wesiyetê de be yan jî ne serbixwe be yan jî di bin banê qeydekê de be. Xala 5, li gorî madeyê; nabe tu mirovek were îşkencekirin an jî bi awayekî hişk û nemirovî danûstandin pê re werin kirin an jî ji rûmeta mirovakî were kêmkirin. Xala 9, li gorî madeyê; nabe tu kes were girtin an jî binçavkirin an jî bi awayekî hovane were sirgûnkirin. Xala 28, li gorî vê madeyê; ji mafê her mirovakî ye ku di bin banê pergaleke civakî û navdewletî de ku hemû mafên wî li gorî peymanê pêk tîne, bijî.

Lê di vir de divê mirov vê pirsê bike; gelo ji bo çi xalên Peymana Mafên Mirovan hatine danîn? Gelo tenê hibireke li ser kaxezê ye yan jî di dema pêwîst de yan jî li gorî berjewendiyên navdewletî pêk tên? Gelo  gelê Kurd ji hemû hevpeymanên navdewletî bê par e?

Ji wê zêdetir, gelo ji mafên wan dewletan e ku vê rojê li gel bêdengiya xwe li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker der heqê gelê Efrînê de pîroz bikin? Gelo ji mafê dewleta Tirk e ku vê boneyê pîroz bike? Gelo Neteweyên Yekbûyî ji Peymana Mafên Mirovan re li ku derê ye?

(şx)

ANHA