Ji ber greva karkeran tevgera trênan hate rawestin

Sendîkayên rêyên hesinî yên Elmanyayê, ji bo zêdekirina maeşên karkeran dest bi grevê kirin. Ji ber grevê gelek seferên trênan rawestiyan.

Ji ber greva karkeran tevgera trênan hate rawestin
10 kanûn, 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa rêyên hesinî Deûtsche Bahn ragihand ku seferên navbera herêman qut bûne. Hate gotin, grev bi giranî bandorê li trenên bi lez (ICE) û trênên mesafeyên navîn dike.

Li eyaleta Bavyerayê temamiya xetên trenê rawestiyan.

Hin danûstandinên navbera şîrketê û sendîkayan, bêyî lihevkirinê qediyan. Sendîka ji bo 160 hezar xebatkaran dixwaze bi rêjeya 7.5 ji sedî maeş bê zêdekirin.