Va ye rastiya çeteyên Erdogan!

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê welatiyekî ji gundên Idlibê kuşt û hemû organên laşê wî qut kirin!

Va ye rastiya çeteyên Erdogan!
Va ye rastiya çeteyên Erdogan!
Va ye rastiya çeteyên Erdogan!
10 kanûn, 2018   09:31

ŞEHBA

Bi awayekî eşkere êdî armancên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê di Sûriyê de diyar dibin. Roj bi roj artêşa dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên der barê gelê Sûriyê de zêde dikin. Ev hemû jî di nav bêdengiya navneteweyî de pêk tên. Kuştina welatiyê bi navê Merwan Hemdawî yek ji rastiyên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê diyar dike.

Beriya hefteyekê 10 çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku rûyên xwe girtibûn, êrîşî mesera zeytûnan a welatiyê bi navê Merwan Hemdawî kir ku ji gundê Mecliya yê girêdayî herêma Erîha li parêzgeha Idlibê ye. Ji ber ku Hemdawî û karkerên meserê daxwazên çeteyan pêk neanîn, şer di navbera karker û çeteyan de derket. Di şer de çeteyan xwediyê meserê Merwan Hemdawî revand û birin cihekî nediyar.

Piştî çend rojan ji revandina Merwan Hemdawî, dîmenek li ser malperên tora civakî hate belavkirin û tê de çete îşkenceyê li Hemdawî dikin û di dîmenan de çete ji malbata wî 250 hezar dolarên Amerîkî dixwazin ku wî berdin. Çeteyan soz da ku eger pere di dema xwe de neyên dayîn, ew ê organên laşê Hemdawî qut bikin.

Lê kurê wî nikaribû hemû pereyan peyda bike. Ji bo wê çeteyan organên laşê wî qut kirin û piştre bi awayekî hovane kuştin.

(jo)

ANHA